Komkujiya Şengalê: Yekitîya Ezidîyên Fransayê jî bê deng ne ma…

Komkujiya Şengalê: Yekitîya Ezidîyên Fransayê jî bê deng ne ma…

Nûçe, Rojilatanavîn, Sîyasî No Comments on Komkujiya Şengalê: Yekitîya Ezidîyên Fransayê jî bê deng ne ma…

Wê rojê li temamîya cihanê êzidî rabûne ser pîya meş û mîtîngên şermezar kirinê teşkîl kirin.

2-ê tebaxê li payîtexta Fransaê (Parîsê) bi alîkarîya Yekitîya Ezidîyên Fransayê mîtîngek hat li darxistin. Bi sedan êzidîyên hemû bajarên Fransa û wisa jî ji dewletên Belçîka û Almaniyayê tevî mîtîngê bûn. Êzidîyên Fransayê genosîda (komkujîya) êzdîyên Şengalê, her wisa jî asûrî – suryanîya, ermenî û turkmêna  bi tundî şermezarkirin.

Her wiha jî sîyasedmedarên Frnasaê beşdarî vê merasîmê bûn.

Di merasîma yekem salvegera komkujya Şengalê a ku Parîsê da hatibû meşandin, organîzator Tamazê Dasenî despê axavtina xwe kir. Birêz Tamaz bi tûndî komkujîya êzidîyên Şengalê şermezar kir û got, wekî hê tu gav bona naskirina “gênosîda êzidîya”  ne hatîye kirinê, êzidî dero-dero bûne, tu alîkarî hê çawa lazime negihîştîye Wan 10-12 hezar penaberên serê çîyaê Şengalê, êzdî gerekê tifaqa xwe xurt kin û de’wa xweserîya (kanton) Ezdîxanê bikin.

Her wisa jî bê deng ne man Şêx Sevdînê Kamil, E’merê Pîranî, Leyla Çildergûşî, Vîtalî Nabîev, Pîr Kotê Omerxalî, Şex Keleş ,Hemîn Cham, Alîkê Mantaçî û wekîlên partîên siyasî li Fransaê.

Her wisa jî rojnemevanên rojnema «Le Figaro», LCI û Çira TV haziraya xwe li vê merasîmê dîtin.

Rejevî

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî