Tamazê Dasinî: Rewîtîya me berbi axa Pîroz…

Tamazê Dasinî: Rewîtîya me berbi axa Pîroz…

Hevpeyvîn, Nûçe No Comments on Tamazê Dasinî: Rewîtîya me berbi axa Pîroz…

Bi salan hizretek dile meda hebû. Gelo wê hebe rojek, ku em bikaribin  axa kal û bava zîyaret kin?
Ew xewn û xiyala dile meda hate sêrî. Me berê xwe da Axa Pîroz – Lalisa Nûranî.
20.08.20015-a bi teglîfnema Miradê Sulêman şex Kalo, Şexê Şîxsina, ku  bajarokê êzidîya Sarîyada dimîne, me berê xwe da Êzdîxanê.
Bawer bikin, ku  wê şevê xew ne kete çevê me, em deqe-deqe hîvyê bûm, ku wê kengê sibe ron be…
Gava seyara me  nava gundên êzidîyada, nava wan gelî û çîyada pêşda diçû, dilê me tijî dibû, hêsir rê  ne  didane me… Şex Miradê Şex Kalo mera şiro vedikir, ku ev gundên, ku dûrva Qubên Pîroz dihatine kivşê hemû gundên  êzidîyana. Her gundekî êzidîyada  kêmî-kêm du-sê  nîşangeh lê  hebûn.
Gava dûrva qubên Lalişa Nûranî hatine kivşê, kela dilê me rabû  û ew hizretîya salan, ku dilê meda bû weke xewnek, iro hate sêrî…
Em pêxas ser  axa Pîroz sekinî bûn.Ew hestên , ku me tesel  bibûn, em bi gotin û peyva nikarin bêjin û şirovekin. Her kevirek, her qubek tarîxa wî heye, serpêhatîya wî heye. Bi ava Kanîya Sipî em hatine morkirinê, ser kanîya Zim-Zim me nêt û merezê dilê xwe got, û av reşand. Dora tirba Şex Adî em sê cara zivirîn. Tirba Şexûbekir bi xerqe hatibû xemilandin,ku gerekê tu dest lê nekeve. Oda Şîxsin, Sixirê Cin, Nasirdîn, Sicadîn, Şêşims, Şerfedîn, Ferxedîn, Şex mend, Xatûna Ferxa, Stî Es, nîşangeha Mîr Hesmeman, Stûna miraza, Pira Selatê, Şex Mûsê Sor, gelek û gelek nîşangehên pîroz em zîyaretî bûn. Her micêwirek, her xizmetkarekî ber Lalişê bi dil û can xizmeta xwe dikirin. Micêwir Şêx Xêrî Şêxê Şêxûbekira  her nîşangeh, her qubekî bi hewaskarî mera şirovedikir, em razîbûna xweye mezin didine wî û Şex Miradê Şex Kalo. Me xwexwe jî texmîn nekir, ku çawa ro hate ava. Me xatirê xwe ji axa Pîroz xwest û me berê xwe da qampa penabera li gundê Xankê.
Em nava gundê Xanikê gerîyan,  gelekî gundekî şên û pêşketîye, binelîyê wî gundî bûn parlamêntarê Hukumeta Kurdisstanê Şex Şva
emo, dewlemendekî  êzdîyayî gelekî nas kirî Elîyê Êzdîn, ku bawer bikin, ku ev karesat hate serê Şengaliya, ewî mehekî zêdetir bi hezaran  penaber bi kîsî xwe nan û av kir.
Penaberên li gundê Xanikê 3200 malbet, nêzîB-27 hezar penaber 3 qampada cî -war kiribûn , weke 4200 malbet jî kavlada û çadirada nava bajarokê  Xankêda û dev û dora xwe star kiribûn, hejmara wan penabera nêzî  30-35 hezara bû. Me destûr stand û em  nava qampêda gerîyan.Em ber Xwedê mezin xwe gunekar nekin û emê bejin, wekî halê wan çawa penaber baş bû, alikarîya êzdîyên xerxaz,  alikarîya ji Evropaê, alikarîya hukumetê dighije wan penabera. Xwerin-xurek,  kinc , tiştên ji bo malê û tutdrustîyê dighîje destên wan.
Le me tiştek  texmîn kir… Tirs. Tirsekî mezin kûraya çevên wanda hebû…
Em berbi Qubên Memê Şşivan, Şîxsin û Şêx Mend çûn, ku nêzîkî gundê Xankê bû. Piştira me berê xwe da Dihoka dasina, bajarekî şên,bajarekî pêşketî. Digotin, wextekî Dihok ew bajarê êzidîya bû,le nha weke 400 malbetên êzidîya ji têda nemaye.Mixabin…
Roja sisiya me berê xwe da Sulavê û  Amadî. Bajarê Amadî ser zinarekî hatîye avakirin û tenê rêke berbi bajar dive. Digotin, ku ev bajarê Şexê Amadîna bûye, lê ber fermana dîn guhastî bûne. Ya lapî balkêş ew bû,  ku  ser dergê bajêr hê sîmvola rojê û teyr Taws hebû, û navên wan 37 mîr û sultana hatîye nivisarê , ku salên 1339-1842 hukumetî kirine li Amadî.
Em wê rojê  wusa jî li Baadrê  gerîyan,  wî gundîra wusa jî dibêjin gundê Mîra. Dîwarê qesra Mîr Ismaîl bi kubarî hê sekinîye… Em daketine Şexan. Şêxan, wek qeza  tê hesabê, binalîên wî him êzidîne, him musulmanin, him ji xaçparezin. Nava wî bajarîda him  dêra xaçparêza, him  mêçêta musulmana û him jî Quba Êzdîya heye. Vî bajarîda Bavê Şêx dimîne.
Em wusa jî 4 qampên Êsya gerîyan,  ku nêzî  50 hezar penaber teda diman. Me quba Memê  Êsya zîyaret kir.
Bajarokê Şarîyada 3 qampên mezin hatibûn avakirin, ku nêzî  40 hezar penaber teda cî-war kiribûn.
Ew rojên me mîna xewnâ firîn, û hate wedê dem xatira… Gava em ji Şarîyaê derketin, rêva ser tapekî Nîşangeha Tawsî Melek hate kivşê.  Tewsî Melek cara ewilin ji esmana li vir peya bûye.
Me xatirê xwe ji axa Pîroz xwest, ji Êzdîxana xwe xwest û me barê xwe da Hewlêrê.

 

D.M.Recevî

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî