Serpêhatîya çend malbetên Şingalîya…

Serpêhatîya çend malbetên Şingalîya…

Hevpeyvîn, Nûçe, Sîyasî No Comments on Serpêhatîya çend malbetên Şingalîya…

Gava  dûrava min dîna xwe da qampa penaberan, tê bêjî  wê şevê steyrk ji ezmana daketibûn ser deşta şarîya,û konên  penabera wek steyrkên ezmîn govendeke pir reng  girtibûn, ku serî hebû — binî tunebû.
Ez gelekî bê sebir bûm, ku gavekî hê  zû xwe  bighînim qampê û bi çevê xwe bivînim halê penabera.
Penaber bi dilekî germ me qebûl kirin, teglifî konê xwe dikirin, her kes serhatîya malbeta xwe mera gilî dikir,hisir ji çevên wan kêm nedibûn, êşa kezeba xwe ber te ro dikirin, lê mixabin, ku te nikaribû wan birînên kûr derman bikira…
Ez rastî malbeta Dexîl Koço hatim. Qîza wî navê wê Heyam bû, çevê min dinhêrî û bi kesereke kûr serhatîya xwe minra gilî kir…
«…Gava DAIŞ  hicûmî ser gundê  me — Koço kir, mêrê gund hetanî berbanga kûr şerê xwe kirin. Gelek ji wan şêrda hatine kuştin, gelek jî dîl — êxsîr ji alîyê çetava hatin girtin, ku çarenivîsa  wan hetanî îro jî ne dîyare. Bavê min,  bire min û sê apê min hatin kuştin. Me berê xwe da çîyaê Şingalê, ku xwe xilazkin, nekevine destê çetan. Deh roja zêdetir em li çîya man tî- birçî. Xûşka min, ku temenê wê du salî bû, ji tîbûn û birçîbûnê mir. Piştra dayka min mir, em  hevt zar sêwî man.  Nava refên koçberan me xwe gîhande Rojava, piştira em vegerîyan li qampa şarîya…». Ji çevên wêye reşe tarî hesir dihatine xarê, ewê hesirên xwe temiz kir û  serda zede kir,-» ez hîvî dikim, eger mecal hebe, em dixwezin bêne Awropaê».
Ez ji  kon derketim, hê hesirên Heyam û xû$kên wê ber çevên min bû, hê mejûê min da serhatîya wê bû, em ketine konekî din.
Dayîka Ferha, ku ev mehek zêdetir  bû,ku ji destê çetan derketibûn tevî sê zarokên  xwe, yek 2 salî, yek 5 salî, yek jî 8 salî  li vê qampêda cî-war kiribûn. Gava pê hesîya mena hatina me, kêleka min rûnişt, axînekî kûr kişand û dest bi serhatîya xwe û malbeta xwe kir…»çend  seyarên çetan hatine gundê me, gotin, ku ji me netirsin, em zîyanê nedine we eger hûn bêne ser dînê musulmanîyê. Hema wê êvarê jî ser gundê meda girtin, mêre gund hêmû topî ser hev kirin û dane ber gulle û ku$tin, jin û zara jî  birine Tîl Efer. Min, tevî 5  zarokan  jî birin. Herdu qîzê min, ku temenê wana 16 û 18 salî bûn, ji min qetandin û birin Mûsilê. Heta nha jî nizanim çarenivîsa wan. Xwezila bihatana kuştin tenê neketana destên wan bê esila, wan bê xweda. Em weke 40-45 jin  kirine odeke mezin, zarokên hûr hetanî 5 salî tevî mebûn, lê zarokên kurîn ji temenê 6 salî zedetir ji dê diqetandin dibirine êtîmê. Hînî kuştin, talan, lêdan, serjekirinê dikirin. Me paqijîya wana dikir. Bawer bikî hevtê carekî çeta dihatin me dibirin cîkî wek nexweşxanê û ji me xûn hildidan. Me darê dinyalikêda çi bêjî dît, ku gelek tişt nikarî bêjî…»  Dayîka Ferha bi  destê xweyî lerizok hesirên xwe paqij kir û çevên min nihêrî, û min li kûraya çevên wêda tirs texmîn kir… Ez çiqas jî ber dilê wêda hatim, lê dîsa  min gotin û pey ne didît, ku bikaribim hema deqekî dilê wê hêsa bikim…»Nha ez porkurê nizanim çi bikim, 45 mêre malbeta me hatine kuştinê, 18 qîz û bûkên me destê çeta danin, 11 zarokê kurîn êtîma DAIŞ-da ne. Xasîya min, 2 jinamê min ber çevên min kuştin. E,felekê, belkî xûna êzidîya erdê nemîne. Me çi dît, bira gurê sere çîya jî nevînin. Ev jî  serhatîya malbeta mine, lê çiqas malbetê wek min hene…. bira îdî xwedê bizanbe…
Û  bû qûrînya wê  wek volkanekî ji dilê wê da der.
Ez ji çadirâ dayîka Ferha kalogirî derketim, ew tirsa çevên wê, ez gotin û peyv nabînim, ku bikiaribim teslîmî kaxaze kim, ew îske-îska wê hetanî nha jî ber guhên mine.
Hêdî-hêdî ro me diçû ava. Em hê nava qampêda digerîyan, zarokên hûr bêxem vî alî  wî alî direvîyan , gava çev me ketin zûr dibûn me dinhêrîn, dora me top dibûn û rêberîyê me dikirin hetanî konekî din.
Em bûn mêvanê dayîka…. ewê gelekî lava min kir, ku navê wê nanivîsim… Le serhatîya wê him dilê min, him jî mejûyê min tevî hev kir.
«Gava çete hatine gundê me, 67 mêre gund ber çevên me  gulle reşandinê û kuştin, weke 250 jin û zar dane pêşîya xwe û me birin Mûsilê, çiqas qîzên ne mêrkirî hebûn, ji me veqetandin. Gelek ji wan hatine firotan, yê destdirêjî lê kirin, ê kuştin, ê ecêv û nenerên giran serên wan dikin heta roja îroyîn, û ew dinya ker û lal bûye, navîne û nabhê… Xûşka xwera bêjim,  ez tevî 6 zarên xwe êxsîr ketime destên wan bêxweda. 4 qîzên min, temenê wan 14,  15, 19, 22 salî ji min veqetandin, kurekî min 7 û 12 salî ew jî  birin êtîma çetan. Ez û kurkê xweyî 2 salî weke du mehan   tevî 15 jin û 18 zarokên hûr em odekîda bûn. Rojekê jî hatin kurikê min birin. Şeva xew nedikete çevên min, xurê min av û hesir bûn. Weke  hevtêk zêdetir em birçî hiştin, tenê êvara heve av didane me. Gava  çetek dihate odê , min lava-dîleka lê dikir, kû kurikê min bînin bal min, hergav defek min didan, digotin,- » sibê emê bînin». Em  jin û zarôk  dest  birçîbûnê  ji qudûm ketibûn. Êvarekê çend çete ketine odê, pê tasikân birinc û goştê hûr- hûrkirî kelandî dane me. Xwerin ber minda nediçû. Min dîsa lava  li çetan kir, ku kurikê min bînin bal min.
— Xwerina xwe bixwe, ber êvarê emê kurikê te bînin,- berzeq kenîyan û çûn.
Ez zef birçî bûm, 7-8 roja zêdetir bû, ku min tu tişt nexweribû. Min tasika birinc û goşt da ber xwe û xwer. Îdî berêvar bû, çetek nêzîkî min bû, pirsî,-
-Te xwerina xwe xwer?
Min çevê wî nihêrî, dîsa min xwe avîte lingê wî.
-Te negot , xwerin te xweş hat? Yanê na?
-Belê, xweş bû, -min bersiva wî da.
-Lê çawa wê xweş nebe, ew pê goştê korê te hatibû çekirinê….
Min tirê ev dinya dora min zivirî, ber çevên min reşe ve bû û min hişê xwe unda kir… çend roja ser hişê xweda nedihatim. Jinên êzidîya  ber dilê min da dihatin . Lê ya hatibû serê min, bira tenê serê minbe. Ji malbeta me  54 nefs hatine kuştin û revandin. Ji wê malbeta giran tenê 4 nefs em xilaz bûne…

Ez nizanim, ez çawa ji wê çadirê derketim,nizanim min xatirê xwe ji wan xwest yan  na?. Min xwe xwe ji texmîn nekir ez çawa berbi seyarê çûm. Minda qudûm nemabû , ku piştî vê serhatîyê ezê bikaribim  xweda qewatê bivînim guhdarîya  serpêhatîyên Şengalîyan bikim…

D.M.Recevî

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî