Rʻēkʻoça ēlē

Rʻēkʻoça ēlē

Çand û Hunera me, Êzdîyatî, Nûçe No Comments on Rʻēkʻoça ēlē

 

Rʻēkʻoça lao,
Kerī rʻē kʻetin,
Bi dengē zengil
Bērya dakʻetin.

Şivana kirin
Qūrʻīn ū qūrtʻīn,
Kʻelba se kirin,
Gur kire zūkīn.

Şevē rʻēkʻoçē
Gelekī rʻeşin,
Ba ū bagerē
Wē zor dimeşin.

Şivana vēxist,
Kuçʻik ū agir,
Gurē xwe ēxist
Rʻeşkalē hazir.

Anīne xarē
Barē van tarşa,
Tʻērʻē xarinē,
Boxʻçē ēmīşa.

Pişt da zinēr
Colē cihal,
-Were ber ēgir.
Deng da bavē kal.

Dūrva hat dengē
Bilūra nenas,
Şeva rʻēkʻoçē
Bū gelek hʻewas.

Gazīkir heval:
-Şıvanē dengbēj,
Bi dengē zengil,
Kinke şeva dirēj.

Ū rʻēzbūn kulav
Dur dengē heval,
Her dilek alav
Kʻete kʻūr mital….

Dîlber

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî