PAR’LAMÊNTA ERMENÎSTANÊ GÊNOSÎDA ÊZDÎYA NAS KIR…

PAR’LAMÊNTA ERMENÎSTANÊ GÊNOSÎDA ÊZDÎYA NAS KIR…

Êzdîyatî, Nûçe No Comments on PAR’LAMÊNTA ERMENÎSTANÊ GÊNOSÎDA ÊZDÎYA NAS KIR…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

16-ê meha çile sala 2018-a par’lamênta Ermenîstanê bi 92 dengava k’omkujêyd êdêzdîya, ku 3-ê meha t’ebaxê 2014-a li dewleta Îraqê ji alîyê  DAÎ$_ê hate  serê miletê êzdî, hate nas kirinê çawa gênosîd (k’omkujî).

  Par’lamêntarê êzdî R’ustemê Casim Mehmûdyan bi meha k’ed û emekê xwe kire nav vê xebata giran û cefakêş ,her tişt kir, ku ev projê li par’lamênta Ermenîstanê da çendik çend cara hate e’ne’nekirinê û gihîşte meremê xweye sereke, par’lamênta Ermenîstanê gênosîda êzdîya nas kir û bi p’ir’anîya dengava hate qebûl kirinê.

  Ermenî ev yek milete, ku k’omkujîyêva derbaz bûye sala 1915-a û t’imê k’êleka miletê êzdî sekinîye him xweşîyê, him jî demêd giran da.

  Malp’er’a EZIDXAN.FR û Fêdêrasyona Êzdîyên Fransayê ev  gava dîrokî pîroz dike û r’azîbûna xweye mezin e’lamî her par’lamêntarekî ermenî dike, ku piştgirîya  par’lamêntar R’ustemê Casim Meh’mûdyan kirin ,gênosîda êzdîya ji alîyê par’lamênta Ermenîstanêva hat nas kirin û qebûlkirinê.

 

Delala Memê R’ecevî

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî