LÊXIN,DILÊ MIN LÊXIN

LÊXIN,DILÊ MIN LÊXIN

Çand û Hunera me, Nûçe No Comments on LÊXIN,DILÊ MIN LÊXIN

Lêxin xortên Êzîdxanê lêxin,

Agirê şorişê li Şingalê pêxin,

Mîna bav û bapîran,

Wan cewirikan bi p’elêxin.

Li Şengalê şorişe

Êdî bese ev  jan û êşe,

Sond dixwin bi Meshefa R’eşe

Ev dozê her û her bimeşe.

Lêxin xortên Êzîdxanê lêxin,

Bang û deng li dine xin,

Serwebûna Êzîdxanê, li ç’îyayê Şingalê

Bi agirê Şêşims pêxin.

Hol hole, hol hola Sult’an Êzîdê Sore,

Serî danîne bi k’otek û zore,

Lêxin, bavê min, lêxin,lêxin dilê min lêxin,

H’eyfa bav u bapîra hilînin, ji nebîyê mîrê kore…

Lêxin xortê Medya lêxin,

Van k’afira ji Êzîdxanê derxin,

Dest û ling  li wan bişkênin,

H’erdu ç’e’vên wan bir’êjin,

H’eyfa t’ola bav û bapîran  hilînin.

Hol hole, hol hola Êzîdxane,

Serhildana keç’ û xortane,

Jo boy Şingal canfîdane,

Sond û p’eyman bi hevr’a dane,

R’ef bi r’ef  dest avîtine ç’ek û r’extane,

Nasekinin h’eta serxwebûna Êzîdxane…

ORHAN BASÎ

HELBESTVANÊ ÊZÎDXANÊ

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî