MÎROYÊ ESED…

MÎROYÊ ESED…

Çand û Hunera me, Nûçe No Comments on MÎROYÊ ESED…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

MÎroyê Esed Mistoyan sala 1919-a li gundê Camûşvana biçûk maleke êzdîyayî e’silzada da hatîye dinê.Ewî xwendinxana Pişkavkazê beşa  dersdarhazirkirinê t’emam dike û piştir’a zanîngeha Yêrêvanê ya dewletê beşa hiqûkê xilaz dike.Piştî xwendinê çend sala li gundê xweda dixebite çawa dersdar û paşê dibe serwêrê mekt’ebê.Di wan salada ewî ûsa jî serwêrtî têtra Elegezê kirîye û di dilqêd sereke da lîstîye û ji alîyê cime’têva gelek hatîye h’izkirinê.Sala 1955-a  ji alîyê hukumeta Ermenîstanêva Mîroyê Esed k’ivş dikin çawa r’êdaktorê sereke ya r’ojneme “Rîya T’eze”.Mîroyê Esed gelek cara hatîye hilbijartinê çawa endemê Navendîya Partîya komûnîstîyê ya Ermeîstanê û bûye dewsgirtîyê serwêrê şêwira t’ewreblind.Ew usa jî endemê Yektîya nivîsk’ara û endemê Yektîya r’ojnemevana bû.Salêd dirêj 34 sal rêdaktorî r’ojnema “Rîya T’eze” kirîye û gava navê vê r’ojnemê dihate gotinê  h’esab ke wekî navê Mîroyê Esed dihate gotinê.Nav kolêktîva r’ojnemê da gelek dihate h’iz kirinê û qîmeteke mezin didane him zanebûn û him jî k’ar û xebatêd wî.

Mîroyê Esed xudanê sê k’itêba “Sîsê”, “Ewledê wet’an” ,”H’esîna dil” û bi sedan got’arane. Bi qelema wîye zêr’în nivîsar û serhatîyêd  gelek klasîkêd dinyayê hatine werger’andinê.

Mîroyê Esed bona k’ar û xebatêd xweye berbiç’e’v gelek cara hatîye xelat kirinê – bi ordêna “Beyraqa Sor”, “Nîşana hurmetê” û 7 mêdalva  bona k’ar û xenbatêd wîye emekdar û usa jî hatîye navkirinê çawa xebatk’arê emekdar.

Mîroyê Esed 4-ê sibatê sala 2008 -a di t’emenê 88 salîyêda diçe ber r’ehma xwedê.

Lê navê wî û k’ar û xebatêd wî  h’eta-h’etayê dilê nisiletêd peyhatî da wê bimîne.

Delala Memê R’ecevî

 

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî