SÎMA SEMEND…

SÎMA SEMEND…

Çand û Hunera me, Nûçe No Comments on SÎMA SEMEND…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

Sîma Semend /Sîyabendova/ nivîsk’ar û xebatk’ara r’adîoya Ermenîstanê ya p’ara kurmancî, ku 50-î salî zêdetir k’ed û emekê xwe kire nav pêşdabirin û gulvedana e’debyata miletîyê.

  Sîma Semend sala 1934-a li gundê Elegezê maleke êzidîyayî e’silzada  (ji qebîla r’ojkânîyê ) hatîye dinê.Xwendina xweye navîn li gundê xweda t’emam kirîye û sala 1958-a zanîngeha Yêrêvanê ya dewletê beşa ziman û e’debyetê t’emam dike û li r’adîoya Ermenîstanê p’ara kurmancî da derbazî  ser k’ar û xebatê dibe.Salêd dirêj ser p’êlêd r’adîoyê miqale û rêportajêd wê têne weşandinê.

Sala 1961-ê k’itêba Sîma Semend bi sernivîsara “Xezal” r’onayî dibîne,k’îjanê da sê serhatîyêd h’ewask’ar  cî digirin.Ev k’itêb sala 1995-a li Stokholmê ser h’erfêd latînî bi weşana nû tê çapkirinê.Sîma Semend xanima nivîsk’arê h’izkirî Kar’lênê C’açanîye û qîza Mêrxasê T’ifaqa Sôvêtê Semend Sîyabandove.

Gelek serhatî û r’omanokêd wê salêd cuda-cuda ser r’ûpêlêd r’ojnema “R’îya t’eze” hatine çapkirinê.

Sala 2008-a Sîma Semend diçe  ber r’ehma xwedê û li gur’istana gundê xweda li r’ex malxwê xwe Kar’lênê C’açan tê h’ed kirinê.Ew  dayîka çar ewledêd qîzîne, t’evî malxwê xwe her tişt kirine, ku herçar ewledêd wan jî xwendina blind stendine û merivne pêşk’etîne di k’ar û xebatêd xweda.

EZIDXAN.FR

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî