AH’MEDÊ  E’LÎ

AH’MEDÊ E’LÎ

Çand û Hunera me, Êzdîyatî, Nûçe No Comments on AH’MEDÊ E’LÎ

FELEK

(bona fermana 2007-a)

 

Tu xwedanê çerxa dinê

Felek,-bêje’- r’astî k’anê ?

Gelek bûne xweyê dinê,

Em bê xwey mane t’imê.

 

Heger, r’aste, tu felekî ?

Çerxa dinê tu r’ast dikî,

Dergê xêrê me venakî,

Bextê r’azayî, h’işyar nakî.

 

Çerxa dinê diger’înî ?

Tu kirina xwe qe nabînî ?

Boy geleka bext û r’ecalî,

Fermanên giran te mer’a danî.

 

 Serî hildan kurmên dera,

Me bûn neyar,herçar alîya,

Eva serê h’ezar sala

Dibine xurê mişik û me’ra.

 

Îro dîsa me fermane,

Kuştin, mirin û t’alane,

Miletê min stu xwere,

Felek lê bûye gurê hare.

 

Hûn xwedanê  e’ziman, e’rdê

Em xwûndarin h’eta-h’etê,

Her çar gundên Êzdîxanê,

Îro birine ber mîrat’ê.

 

Welat kirin e’rd û xwelî,

Laliş dîsa r’eş xemilî,

Ew zîyareta h’ezar salî

Îro maye bê ber malî.

 

-Felek, boy me tu xayînî,

Ne tu dibhêyî, ne dibînî,

Ew ne’lînya birîndara

Wekî me tê herçar alîya.

 

-K’anê vira r’astîya Xwedê,

Çi qirar bû şande e’rdê,

Dinya kirîye gur û berxe,

Yek bê minet yekê duxwe.

 

Ay-ay felek, wey- wey felek

Te xirab kir ç’e’vên belek,

Wek’az minr’a kire k’omek

Çî minr’ane e’mirê gelek ?

(ev çar xet bin her malêda tê wek’ilandinê)

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî