MIN USA BÎRA C’ÎYAYÊD ME KIRÎYE…

MIN USA BÎRA C’ÎYAYÊD ME KIRÎYE…

Çand û Hunera me, Êzdîyatî, Nûçe 1 Comment on MIN USA BÎRA C’ÎYAYÊD ME KIRÎYE…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

 
Min usa bîra çîyayêd me kirîye,
Bîra mêrg, zevî û kanîya kirîye,
Bîra wan konêd h’evt stûn kirîye,
K’olozê r’îşî û k’ofîyê kirîye.
Meşa bêrîvan û zerîya kirîye,
K’ale-k’ala pêz û berxa kirîye,
H’îrînya hespa, e’wtînya k’elba,
Dengê blûra şivana kirîye.
Bîra gul, ç’îç’ek, xaşxaşk û beybûn,
T’eşî û t’ezî,kulav û sirsûm,
Dûyê çadirê û nanê sêlê,
Newal û gelîyê zozana kirîye.
Min usa bîra e’ydanê kirîye,
E’rf û e’detê êzdîtîyê kirîye,
R’ê-r’isimê kal û mezinê xwe kirîye,
Bîra ocax û zîyerata kirîye
Min bîra t’irba dê -bava kirîye
Îro min xwe xwe bîra xwe kirîye.

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

1 Comment

  1. Dilber /helbestvan / October 23, 2017 at 09:39

    Delal can min xwaxwa xwe dīt nav şēra teda
Rʻuştim qūntʻarē çʻīyē ū bīna xwe ustend
Rʻabūm sīngē çʻīyē zomē nihērʻī
Rʻabūm serē çʻīyē bi dengē bilūrē
Jorda xarbūm tʻev pezē deʻna
Tʻevī kevanya çūme ber bēryē
Pez da bēri tʻev bērīvana
Berx hatine deʻna bi dengekī zīz
Ū bū sīmfonīya eʻwtinya kʻelba,hʻīrʻīnya hespa,meyīna berxa

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî