EZDAHÎNO

EZDAHÎNO

Çand û Hunera me, Êzdîyatî, Nûçe 3 Comments on EZDAHÎNO

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

 

Li axa xwe veger’in,

Li k’oçberîyê birîn derman nabin,

Berê we didin behrên k’ûr,

Hûnê di bin p’êlên tarîyê da hunda bin,

Heger hûn veneger’in axa Lalişê

Hûnê ji dinê  r’abin…

Êzdîno,ç’e’v bernedin k’eda bi belaşî,

Ji berîka xwe derxînin wî k’efenî, wî qumaşî,

Ger li axa xwe veneger’in,

Hûnê p’oşman bin paşî…

Ez şîreta nakim bi nezanî,

Heya k’engê we bifiroşin  bi erzanî,

Êdî bawer nekin deb û dolebên vî zemanî…

Rîya we r’aste weke find û şemal,

Dilê weyî p’aqij wek ava kanîya Spî zelal,

Hûnê çawa dest berdin li Laliş

Û Ezîdxana delal…

Belê, r’aste,eva 1400 sale

Dijminê we  mîna gurê dev bi xwîne,

C’e’v berdane namûs,mal û axa we zêrîne.

Lê dîsa ,wek berê serî hildin

Ber wan hovan baz nedin,

Guvîna bayê tofnêye,

C’erxa felekê dizivir’e

Xwedê mezine.

ORHAN BASÎ

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

3 Comments

  1. Dayiked Ezdiya /grupa / October 14, 2017 at 00:35

    Seheta we xwrsh shayire heja !

     

  2. Nergis Aman October 14, 2017 at 23:06

    Sehets te xewş xuşka Delal
    Helbesteke pır xweş dıxuni

     

  3. Stiya Zin October 14, 2017 at 23:08

    Dest u hest sax be mamoste û Helbestvê Êzidxanê biji

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî