Xwendevanêd hêja ezê çend şiêr û helbestêd xwe r’aberî we bikim…

Xwendevanêd hêja ezê çend şiêr û helbestêd xwe r’aberî we bikim…

Çand û Hunera me, Nûçe 8 Comments on Xwendevanêd hêja ezê çend şiêr û helbestêd xwe r’aberî we bikim…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

Di h’ebandina bawerîyêda

T’eşîya hêvîyêd bê guman dir’êsim

Û dîsa gumana xweye kuştî

Careke din dikujim,

Nav hêsirêd şabûna mirî

R’oda berdidim.

Tu bawerîya mine bê hêvî

Niqo bûyî nav r’uhê vejandî,

Birînêd dewrana dikolî,

Vediçir’î  êşa  bê melh’em,

Her bawarîyê diger’î.

Karwanêd fermana r’êz  girtin,

Kuştin bawarî dil  minda,

T’enê pirîskek,

Ku bû sebebê

Evîna bawarîya bê dawî.

    

      LO DE WERE

Lo, de were,

Îşev êvarda r’ûnşitine

Ser sifira dilê min,

Bazara e’mirê min dikin,

Xwekirine xemila Bek’irê Ewane,

Bûna neç’îrvanê jîyana min

Û nêç’îra dilê min dikujin.

Lo, de were, dereng nemîne

Îşev k’utasîya xemila

Keç’a Kezî dêxim

Dik’vime dilqê evîna kuştî.

Lo, de tu dereng mayî,

Dilê min ser jîyana xwe

R’eş şimaqî girêda,

R’îşîyê evînê dak’etine 

Ser bedena bê miraz,

Nav jîyana bê jîyanda

Ezê bimirim t’ek li h’emêza te.

 

      HEY ÊZÎDXAN

Te dilê min me’t kirîye

Di zozana hêvîyêd minda

Li guhêr’a axa teda

Û ava kanîyêd te sar

Tîbûna azadiyê naşkênin,

Em birçîyê axa tene.

Bi fermana em t’êr kirin.

Serberjêr dibin

Di nav t’oz û xubara

Fermana giran,

Bê deng karwanêd mirinê

Dane ser rîya jîyanê

Dixwezin bijîn…

 

Hey Êzîdxan

 Ji vê fermana mirinê

 Tê çawa vegerî?

Tu bûyî kerwanê mirinê 

Qur’ne bi qur’ne

Nav k’efenê fermanada

Te pêçane

Û nav bê ax bûnêda

Te h’ed dikin.

Lê dîsa tu serî r’adikî

Û mirinê p’êpes dikî

Axreta te ne qebirstanê

Lê e’zimane.

Dîroka mirovatîyê Adem û Hewaye

Lê dîroka te ji e’zimana dak’et e’rde.

Xweda bi havênê meleka

Êzîdxan meyend, xelat kir,

Û  bîr kir…

R’êhevalê fermana

R’êhevalê mirinê

Te kirine dilqê k’oçer, mihacira

Te mihacirî qulbêd dinyayê kirin.

  • DELALA MEMÊ R’ECEVÎ

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

8 Comments

  1. Lida Gerdenzeri October 12, 2017 at 19:41

    ??????????deng u hestên we saxbe Delala heja!

     

  2. Hınara Tajdin /helbestvan/ October 12, 2017 at 20:48

    Delal can tu her bijîy,helbestê tejî mînanî te nazik û giranbahane.
Ez te maçdikim,xûşka mine hêja.

     

  3. Dilber /helbestvan/ October 12, 2017 at 20:49

    Delal can dengē we ū helbestēn we min gumandikin,ku pēşerʻoja eʻdebyeta ēzdya bēguman nīne

     

  4. Grisha Lazgiyan October 12, 2017 at 21:00

    Her biji meta min!

     

  5. Leyla Neço /Gurcistan/ October 13, 2017 at 10:33

    Дала джан, мн таза вакр! Ходе саата баш бда та, ваки то мара шере ха рнд ледки у дшини, пр хаваса мн кобра данге тара хат

     

  6. Jenya :Russia’s/ October 13, 2017 at 10:36

    Далал джан сата та хашба та заф рнд нвисибу амреэ дреж дхазм тара !

     

  7. Lena Usiv /Moskva/ October 13, 2017 at 11:33

    Далал хушкамн ❤️❤️????
    Maliava !!!!

     

  8. Delala Meme October 13, 2017 at 11:35

    Ez razibuna xweye mezin didime dayik u xushked xwe!

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî