
C’ERKEZÊ Reş…
Nûçe September 18, 2017 , by Êzîdxan.Fr 1 Comment on C’ERKEZÊ Reş…Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!
Xwendevanêd delal di “Evrîya poêzîyaye”-da emê çend şiêr û helbestêd şayîr û helbestvanê meyî h’izirî C’erkezê Reş r’aberî we bkin.
Ez xweyê mirîyame…
R’aynêr Marîya R’îlkê
Ev şier C’erkezê R’eş pêşk’êşî bîranîna bavê xwe Tadaşê Qero û birê xweyî berbimiraz E’lîxan kirîye .
DÎLEKA H’ETA-H’ETAYÊ
Ez xwe davêjim ber bextê sîya te,
Xwe berav dikim ji nava h’esin,
Wek kur’ê poşman didime ser r’îya te,
Lê oxira min her şev dih’esin.
Lê oxira min her şev dih’esin,
Dilda dizêrim dest xewnê bajêr,
Mejû vediçir’in birûsk û gîsin,
Û ber serê min r’eş-h’eşîya şêr.
Belgh’ewêsa dûr, ez berbi te têm,
Ax, min st’arke pêsîra xweda,
Min bip’arêze ji vî qir’ê dêm
Min veger’îne navş ewiqa Xweda .
ÎZNA WE HEBE
Ez h’eta îro,h’eta vê demê
Hê serederîyê tiştikî dernaxim,
C’endik-çend sale k’etime ç’emê
Gêjger’îngê û xema xwe naxum.
Ez k’itêbxana xûnême,xelqno,
Hûnê lomana îro min nekin,
Hûn jî r’icakin ji dewrana nû,
Ku k’af-k’ûn neke eva r’ênga kin.
Her niqitkeke xûna mine tîr
Cilde dîroke,cilde şîn û doz,
Cilde alave,cilde deng û bîr,
Cilde buhuşte,cilde derd û doj.
Kê wê bixûne vê k’itêbxanê ?_
Gava her k’ilît ha r’oda her’in,
Îzna we hebe t’ev boxsa hênê
Ser belghewêsê r’uh’da veger’im.
AX, EW MIQAMA
Her şev r’uhê minda nişkêva
Nerm lêdik’eve miqamekî kevn,
Xewê sil dike wek sîya e’cêba,
Û hişyarîyêda diteyîsin xewn.
Ew pêda xeyîde,gazine şikyat,
Û awazar’a îsafa cirî,
Dilda diçe ça r’icaf û şewat,
Dik’eve zaxê mejûyê sincirî.
Ji bêh’em dibin nexşê batinî,
Bûka rû xêlî, ze’vê dest h’ine,
Dara miraza, be’lgîkî qut’nî
Û r’ojeke xweş şîrin dik’ene.
Sur’a evînê dilerize germ,
Lê xwe bernade ze’vê şermoke,
Bin xêlîyêda jî dibe hêsir şerm
Û kes wir t’une carkê heyloke.
Ax,evan nexşê xas-qudretîne,
Ku çawa t’iberk û t’acê h’ubê
Ew miqam nava h’eyrêr’a tîne,
Dighîne ber p’encera sibê.
Û vira…dibe zêwîn û hewar,
K’ozî dibare ji r’uhê sur’ê
Ze’vê desth’ine nişkêva tê xar
Xêlî dik’eve nav xûna ser r’ê.
Paşê ew miqam,ax, bere-bere,
Wunda vedik’işe ji r’onkaya sil,
C’arniklê min îşiq dibare
Le ji her tiştî tê bîneke şil.
…Ez ça bkim, inê,xwe vî miqamî,
C’a kim,ku terka xûnê bik’eve,
Ku sîmê a’ca teye dilh’ezinî,
Barê şevekê qaskî bih’ewe…
Miqala me p'arvekin
Author
Related Articles
-
-
Rʻēkʻoça ēlē
May 23, 2018
-
To Kes Naye Birkrne – Lamara Pashayeva…
May 6, 2018 -
Dema Poeziyaye – Egite Shemsi…
May 6, 2018
-
Dema Poeziyaye – Cherkeze Resh
March 23, 2018 -
Kulocha Sere Sale 2018 Paris
March 23, 2018
-
To Kes Naye Birkrne – Cemila Celil…
March 2, 2018 -
Qelema E’firandariye – Sîma Semand…
March 2, 2018
Leave a comment Cancel
Sala Teze 2019

Salnemaya Federasyona Ezidîyen Fransaye ya 2018 derk’et

Salnemaya Federasyona Ezidîyen Fransaye ya 2019 derk'et
FAIRE UN DON

Kampanîya alîk'arîya merivh'izîyê ji boy zar'okên sêwî
Yektîya "Dayîkên êzdî" ji boy zar'okên sêwî destbi kampanîya alîk'arîya merivhîzîyê kirîye.Nêt û armanca me yeke: alîk'arîyê bidine wan zar'okên Şingalî, ku zar'otîya xweye zêrîn unda kirine, mane sêwî û hewwcê alîk'arîyêne.Bê deng nemînin, destê alîk'arîyê dirêjî wan sêwîyan bikin.
_______________________________________
FAIRE UN DON
Votre don est notre force...
Notre but est aider des enfants yézîdîs de Shangal."Dayîkên êzdî" entièrement dédiée à la survie, à la santé, à la protection et l'éducation des enfants.
_______________________________________
После 03.08.2014 года нападении ИГ на Шангал,огромное количество детей остались сирот.Ето ужасно! Остаётся только помогат таким малышам. Ну как? Обратившись наш комитет "Дайкен езди" которые собирают благотворительный Помощь детям-сирот.
Deng û Besê Malp’erê
Vîdêo Malpare
Agadarî
Nûçê hevtîyê
-
DELALA K’AMIL :DERSDARA EMEKDAR…
February 20, 2017Em r’ojnemevan borcê xweyî mezin h’esab dikin , ku veger’in salên buhurî û derheqa wan ewledên […]
Miqala me p'arvekin
-
JI DINYA BATINÎ…
December 7, 2016Xwendevanên hêja bi vê miqalê ez dixwezim derheqa Naza Qulîxan û ser hunera wêye bedewatîyê wer’a gilî […]
Miqala me p'arvekin
-
ŞAYÎR Û HELBESTVANA ME: XAYLAZA REŞÎT…
November 29, 2016Xwendevanên hêja em îro dixwezim ser e’mir û jîyan, ser qelema e’firandarîyê ya helbestvana […]
Miqala me p'arvekin
-
POÊZÎYA FÊRÎKÊ ÛSIV…
November 5, 2016Xwendevanên delal emê îro çend şiêrên şayîrê meyî nav û deng, şayîrê h’izkirî FÊRÎKÊ […]
Miqala me p'arvekin
Nûçe
Salname
M | T | W | T | F | S | S |
---|---|---|---|---|---|---|
1 | 2 | 3 | ||||
4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 |
11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 |
18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 |
25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 |
Sport
-
K’UBARÎYA ÊZÎDXANÊ: ISO DIRBOEV…
April 13, 2017 -
BOKSORÊ ÊZDÎ: YÛRÎKÊ FEYZO…
August 30, 2016 -
PÊŞK’ETINÊN GÊLOYÊ ABAS…
July 24, 2016 -
WERZA BOKSÊ: ALÎKÊ R’OMAN ALOYAN …
July 14, 2016
1 Comment
Shayire nemiri nave ta we dile mada bimina!
Eferim xûshka Delal bona vé k’aré pîroz!