EWLEDÊ ÊZDÎXANÊ:MÎŞA XALTYAN…

EWLEDÊ ÊZDÎXANÊ:MÎŞA XALTYAN…

Nûçe 1 Comment on EWLEDÊ ÊZDÎXANÊ:MÎŞA XALTYAN…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

Van r’oja li bajarê Yaroslavlê (R’ûsîya)  hilbjatinêd herêmî destpê bûn û ewledê miletê me Mîşayê Ah’med Xaltyan cara çara hate hilbijartinê çawa miletwek’îlê (dêputat) parlamênta bajarê Yaroslavlê.

  Mîşayê Ah’med sala 1961-e li Ermenîstanê maleke êzdîyayî e’silzada da ji dayîk bûye.Piştî t’emam kirina xwendina navîn li zanîngeha Erevanêye  dewletêda tê qebûl kirinê. Salêd 80-î ew bi malbetî derbazî  R’ûsîyaê dibe û bere-bere destbi k’ar û xebatêd çêkirinê dike.Piştî gelek zeh’metî û pirsgirêka ew di k’arê xweda ser dik’eve û di we’dekî kinda li t’emamîya bajarê Yaroslavlêda tê nas kirin û h’izkrinê.Bona  pêşdabirin û veçêkirina bajêr Mîşayê Ah’med xebatekî mezin dike û bi vê k’arê pîozva ji alîyê cime’ta cîda gelek tê h’izkirinê û ji alîyê wanva jî tê  hilbijartinê çawa miletwekîl.Mîşayê Ah’med merivekî gelekî dilovan û xerxweze,bona her bajarvenekî di  e’mirê mezin her tiştî dike, alîk’arîya aborîyê û xêrxwezîyê ji bona wan  dike û piştgirîyê dide wan.Bi van kirinêda xweye xêrxwezîyê  ji alîyê hukumeta bajêrva  qedir û hurmeteke mezin qazanc dike.

Mîşayê  Ah’med çêkirçîkî naskirîye di k’arê bazirganîyê da, di çêkirina xanîya û rîyada xebatekî berbiç’e’v dike.

Ewledê miletê me Mîşayê Ah’med Xaltyan dîsa hatîya hilbijartinê çawa depûtatê parlamênta vî bajarî.

Em zanin, ku miletwek’îlê  şîrh’elal  usa jî piştgirîya êzdîya û Êzdîxanê dike.

Malp’er’a Ezidxan.fr serk’etinêd mezin  Mîşayê Ah’medr’a dixweze .Em k’ubarin ku ewledê miletê me di nav dewleta R’ûsîyada cîyê xweye layîq girtîye.

DELALA MEMÊ R’ECEVÎ

 EZIDXAN.FR

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

1 Comment

  1. Само September 21, 2017 at 22:08

    Поздравлю бре далал!

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî