R’ÎYA BERBI ZÎYARETÊ…

R’ÎYA BERBI ZÎYARETÊ…

Nûçe 4 Comments on R’ÎYA BERBI ZÎYARETÊ…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

 Wan r’oja li Ermenîstanê em r’astî serokfermendarîya eskerîye ya Ermenîstanê Aram Poxosyan hatin. Gênêr’alê eskerîyê  bi dilgermîkî mezinva me  qebûl kir.

 Me xwest nêzîkva derheqa k’ar û xebatên wî yên eskerîyê pê bih’esin, lê Aram Poxosyan bona 27 salê  ku jîyana wî di şer’ê Qarabaxêda derbaz bîbû bê deng ma.

Lê ewî bi h’ewask’arîya mezin derheqa  zîyareta  “Sûrb Marîam Astvazasîn”ku  li gundê Arataşênê /Zêva /  sala 2015-a ji alîyê wîva, bi k’ed û emekê wîva hatibû çêkirinê mer’a gilî kir û bi r’eveberîya wî em bûne mêvanê wê zîyaretê.

Aram bi hûrgilî derheqa danîna her keverê zîyaretê, daç’ikandina her darekê di h’ewşa zîyaretêda bi  dilgermîya mezin  gilî dikir û di k’ûraya ç’e’vêd wîda pirîskên bawarîyê dişuxulîn.

-Bona min ew zîyaret cîyê herî pîroze,  ez  r’eh’tîya r’uhê xwe vir dibînim’- Aram Poxosyan dibêje,- min bi van desta, bi bawarîya mezin  her kevireke   vê zîyaretê cî daye . Bi dîtina min bawarî  t’enê  ew dinya bi h’izkirin t’ije dike û r’uhê meriva  p’aqij  xwey dike.

-Ez di nav êzdîyada mezin bûme, gelek heval û hogirêd min êzdî hene,ez qîmeteke mezin didime mêrxasîya êzdîya, -Aram dibêje,-Zîyareta êzdîya ku li gundê Axirlîç’ê hatîye avakirnê , heykelêd mêrxasêd êzdîya û ermenîya di h’ewşa wê zîyaretêda hatine danînê , ew dide k’ivşê biratîya herdu miletêd qedîmî êzdîya û ermenîya.Ev yek  k’ubarîya mezine bona me ermenîya.

 Me usa jî  bi t’evayî .h’eca zîyareta “Sult’an Ezîdê Sor ” kir.

R’îya, ku berbi zîyaretê dibe r’eke dûr û dereze, lê r’uhê meriva di vê r’êda t’emiz u pîroz dimîne.

DELALA MEMÊ R’ECEVÎ

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

4 Comments

  1. Lida Aslanyan Holandiya September 11, 2017 at 19:06

    Actvaz dez pahapan Aram jan
    Shat mez gorz ek arel!

     

  2. Гриша /Нижний Новгород/ September 11, 2017 at 19:11

    Дай бог вам здоровье!
    Великое дело сделано!

     

  3. Anjela ?? Fransiya September 11, 2017 at 22:44

    Ирок вор Арам легенд кдарна))
    Шат лав hодвац ер,апрен ездинер@
    Hetakrkir e hayern el en grel irenz kaykerum?

     

  4. Nana û Zozan (Sidney -Avstraliya) September 13, 2017 at 10:29

    aprek aprek ays bari u andznr gorsi hamar .Aram Poxosyani anun kmna patmutyan mej.
    Dalal duk el aprek ays lav hodvazi masin.

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî