Sisē meha hʻeyşta…

Sisē meha hʻeyşta…

Çand û Hunera me, Êzdîyatî, Nûçe 1 Comment on Sisē meha hʻeyşta…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

 
Sisē meha hʻeyşta,
Havīne sare…
 
Dīsa me rʻabū rʻeşba ū bager,
Ser meda anī alav ū agir.
Dīsa zērīnī kʻet nav zarʻē me,
Hewar ū gazī dē ū xūşkē me.
 
Dīsa zorēva ji mal derxistin,
Avītine bestē jin ū zarʻē me.
Dīsa em kuştin,lē em nemirin,
Em dīsa qirʻbūn,lē undanebūn.
 
Hewara Xwedē ev çi eʻcēvbū?
Melekē eʻrşē ev çi agirbū?
Em kʻu digerʻin teva, merivxura?
Em kʻu digerʻin dijmin, neyara?
 
Waxta rʻex meda,xūt mala meda,
Bende wē būye dijminē benda,
Ū xiravdike şihera, gunda,
Bēxof qirʻdike jīyanē, benda.
 
Bi cefē,cihorē me eʻmir çēkir,
Rʻojē xwe delal pʻēşkʻēşī wē kir,
Nava leʻzēda dinya ser me tʻepkir,
Mērē felekē te çima wa kir?
 
Hʻekīmē dinē dermandikin īro
Kulē bē derman,
Nizanim çirʻa felekē da me
Derdē bē derman.
 
Eʻwirē me sipī rʻeşkir felekē,
Dīn ū dīyanet kire xelekē.
Rʻojrʻeşa xwastin rʻeşkın rʻoja me,
Lē xilaznavin ew ji nifirʻē me.
 
Dikarin me qirʻkin, dikarin serjēkin,
Dikarin bibirʻin zar zimanē me.
Bagerē dilē me nadine seknandin
Tʻu qūl ū bende.
 
Bihara ēzdya geleki dūr kʻet,
Rʻiya çʻeʻl ū çʻulda rʻē zeʻf dirēj kʻet,
Lē min bihīstye,dibē kʻetye rʻē,
Eʻdlayī mila wē zūtirē bē.
 
Gele mileta dītin kul ū derd,
Gele undabūn orʻtʻēda merd-merd,
Lē dīsa heya kul ser kularʻa.
Gelo kʻē dīt weka me kul derd.
 
Lē dīsa şewqa dīn undanekir,
Dīsa rʻabū zyaret rʻadmūskir,
Dīsa serē xwe ber Xwedē takir,
Dīsa eʻdlayī xwast, tʻewaqekir.
 
Miletē ēzdī tu tʻim hazirbe,
Weka şērē xwe tu şēr eʻslanbe,
Tu tʻim hazirbe wekī tēkī şerʻ,
Soz ū qirarē vē dewrē eve.
 
Dilē me dilbū,ew ne kevirbū,
Dilē me dilbū,lē ew bū kevir,
Vir gunekʻare hovanē şerʻkʻar,
Vir gunekʻare cīhana kerʻ lal.
 
Ji dewr zemana ez dibhem
Dengē birīnē ēzdya,
Ku hişyarbūne,wekī xilazkin
Şerʻē nivīşkan.
 
Ji rʻoja īroyīn ez dibihēm
Dengē qīz-xortē ēzdya,
Ku rʻabūne pʻē,wekī bilindkin
Ala azadyē.

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

1 Comment

  1. Nana û Zozan (Sidney -Avstraliya) July 28, 2017 at 00:23

    Dilber Xûshka min xwedê sehetê bide te shêreke gelekî xweshe û dilshwte

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî