“T’IFAQA ÊZDÎYAN”  LI AXA PÎROZ…

“T’IFAQA ÊZDÎYAN” LI AXA PÎROZ…

Êzdîyatî, Nûçe, Rasthatin, Rojilatanavîn 2 Comments on “T’IFAQA ÊZDÎYAN” LI AXA PÎROZ…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

 Berî çend meha li p’ayt’exta Almanîya Bêr’lînê konfêransek hate li darxistin û “T’ifaqa Êzdîya”  hate avakirinê.Gelek par’lamêntar,serokên sazîya,doktorêd zanistîyê  û wekîlêd miletê me ji herçar parçê dinyayê  di wê T’ifqêda cîyê xwe girtin.Nêt û armanca Tifaqa Êzdîya avakirina Kongrêya Êzdîyên Cihanêye, ku berfireh k’ar û xebatên xwe li h’emû welat û dewleta k’u êzdî lê dijînpêşda dibe.

 18 h’etanî 26 meha h’ezîranê sala 2017-a Şandeke T’ifaqa  Êzdîya parlamentar E’lî At’alan, Leyla Ferman, serokê sazîya “Ezda”  Mûrad Îsmayîl, serwêrê Fêdêrasyona Êzdîyên Fransayê T’amazê Dasenî berê xwe dane Lalşia Nûranî û r’asthatinên  çêkirin t’evî  Heyata R’uhanî li Lalişa Nûranî.

Me p’evgirêdanê xwe t’evî parlamêntar Leyla Ferman çêkir  , ewê di nav xeberdana xweda ha got:

-Me’na çûyîna me li axa pîroz ji boy avakirina Kongrêya Êzdîyên Cihanêye. Şanda me vir r’asthatinên berfireh çêkir  t’evî Civata Blind ya R’uhanîyê Bavê şêx, Mîr Hazim Tahsîm beg, mîr Îsmet Farûq beg,serwêrê navça Şêxan Xalit Nermor’a,parlamêntarê êzdî şêx Şemor’a,Xêrî Bozanr’a, t’evî xwendevanêd  êzdî yêd zanîngeha Dihokê, usa jî t’evî p’enabêrên kampên bajarê Şêxan: boy erêkirin û piştgirtina T’ifaqa Êzdîya bikin bona avakirina Kongrêya Êzdîyên Cihanê, kîjan em bi  şabûn bêjin bi dilgermî ji alîyê wanva  hate qebûl kirinê.

Me çima pêşîyê berê xwe da axa pîroz? R’aste em êzdî îro li dinyayê bela bûne, lê axa Êzîdxanê, dilê Êzîdxanê Lalişa Nûranî li vira,em piştgirîya here mezin ji miletê xwe , ji Êzîdxana xwe dixwezin,-Leyla Ferman dibêje.

  Kongrêya Êzdîyên Cihanê kongrêya serbixweye, t’u partî , t’u sazîkîva ne girêdaye, em destê biratîyê dirêjî h’emû mileta, hêmû dewleta, hêmû partîya û sazîya dikin û me guman  heye wekî emê k’arê xwe ji boy navê êzdî û Êzdîdxanê bimeşînin-Lêyla Ferman serda zêde dike,-usa jî peşer’ojêda  r’asthatinên me  t’evî sêkrêtar û  endemêd partîya  PDK û YNK, serokwezpîrê herêma Kurdstanê Neç’îrvan Barzanîr’a.

 Şanda me  şirovekirinên berfireh ser nêt û armanca  KÊC  dide , kîjan ji alîyê her partî û sazîyava, usa jî ji alîyê wek’ilêd miletê meva bi dilgermî tê qebûl kirinê.Van r’ojan emê berê xwe bidine Şingalê ,wir jî  çend r’asthatinêd meye girîng hene .Lêyla Ferman xeberdana xwe  dawî dike.

 Em r’azîbûna xweye mezin didin Lêyla Ferman , ku bi kurtasî derheqa çûyîna şandê   li axa Pîroz kir û serk’etinên mezin wanr’a dixwezin, her gaved ku têne kirinê ji boy navê êzdî û êzdatîyê layîqî piştgirtinêye.Avakirina KÊC wê bona êzdîyan bibe sîwana here mezin, her pirs û pirsgirêkên êzdîya di vê kongrêda di dereca navnet’ewî wê bê naskirin û safîkirinê.

DELALA MEMÊ R’ECEVÎ

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

2 Comments

  1. Алик Ездихан July 26, 2017 at 16:06

    Kar û xebate wara serketinén dixwezim
    Tifaqa Ezdiya!
    Ezdixan bi we ser blinde !

     

  2. Nana û Zozan (Sidney -Avstraliya) July 27, 2017 at 08:56

    her bijît Tifaqa Êzîya

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî