MALBETEK JI OCAXA  ŞÊXÊ ŞÊXÛBEK’IRA…

MALBETEK JI OCAXA  ŞÊXÊ ŞÊXÛBEK’IRA…

Êzdîyatî, Nûçe 2 Comments on MALBETEK JI OCAXA  ŞÊXÊ ŞÊXÛBEK’IRA…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

  Di nava dîn û dîyaneta meda  pêşîk’êşê  r’uhanîyê,qulixçîyê Mala Adîya t’imê jî r’oleke mezin lîstine di xweykirina e’rf û e’det, dîn û dîyaneta êzdîtîyê da.Miletê me di gelek fermanava  derbaz bûye, lê bi saya serê qulixçîyê e’silzade ocaxên meye e’nzel hatine xweykirinê û gîhîştîye h’eta r’ojên îroyîn.Bona mirîdxanê her ocaxeke  şêx û p’îra wek zîyaret hatine  h’esabê.

  Ez îro dixwezim derheqa malbetekê da xwendevanên xwer’a gilî kim. Malbeta mala  şêx K’eleşê şêx H’esen, şêxê Şêxûbek’ira, ku malbeteke e’yane di nav t’emamîya Êzdîxana Soveta berê da. Ev malbet hatîye û tê nas kirinê çawa ocaxeke Şêxûbekira, zaneyê dîn û dîyaneta êzdîtîyê, xudanê qewil ûbeyt’a,çawa her malbeteke  êzdîya  malbeta  şêx K’eleşê  şêx H’esen jî di wan salên r’ew û bezê, t’alan û kuştinê , ber fermana  R’oma r’êş dir’evin û li gundê Şamîramê dihewirin.  şêx K’eleşê şêx H’esen t’evî xanima xwe  E’yşa şêx Birahîm 7 ewled /penc kur’ û du qîz/  mezin kirine, k’îjan di nav  Êzdîxanêda hatine nas kierin û ji alîyê mirîdxanêva qedirê vê ocaxa e’nzel blind hatîye qîmet kirinê. Ez vir dixwezim  derheqa wan pênc birada bi kurtasî  ser e’mir û jîyana wan  şirova bikim.

    Şêx Xudêdayê  şêx K’eleş, merivek ,ku çawa mezinê me digotin xudanê qewil û beyt’a. Despêka  şerê  H’emdinya ya Mezin sala/1941 – 1945/ bi r’ezedilî diçe ber  şêr’ û bona azadîya welatê Sovêtê  şer’ dike dighîje h’eta Ber’lînê, gelek cara jî  bi k’ûrayî birîndar dibe. Ji alîyê sereskerîya Sovêtêva gelek xelat, ordên, du cara bi mêdala  “Steyrka Sor”-va tê  r’ewakirinê.Piştî veger’a ji  şer’ê wet’anîyê dîsa  destbi qulixa xwe bar ocaxâ $êxûbekir dike û di nav mirîdxanêda  qadir û hurmeteke mezin qazanc dike.

  Şêx Dewrêşê şêx Ke’leş , ku dihate naskirinê bi navê şêx Kloç, ew jî vek birê xweyî mezin, zaneyê qewil û beyta bû.Di nav mirîdxanê xweyê qadirekî mezin bû.Bi   şirovekirina qewil û beyt’a di nav mirîdxanêda gelekî h’izkirî bû. 

 Şêx Zadayê  şêx K’eleş  ,qedirê kîjanê di nav Êzdîxanêda blind dihate qîmetkirinê, çawa  şêxekî zanê, qulixçîyê ocaxa Şêxûbekir.Zanebûna qewil û beyt’a ji kal û bava gihîştibû  wî û ew jî bi dilekî t’emiz borcê xwe ber ocaxê  diqetand.

  Şêx Zayîlê şêx K’eleş, merivek, ku di r’îya kal û bavada dimeşîya , zanebûnê xwe t’evî milet p’arvedikir,merivek, ku cara e’wlin  xwest dînê êzdya li Ermenîstanê bide nas kirinê,merivek, ku di e’rdh’eja sala 1988-da xwe gîhande Gumirîya wêran kirî, dilê kîjanî teyax nekir dîtine kuştî û brîndarên e’rdhêja wêran.

  Şêx H’esenê  şêx K’eleş, ku îro li t’emamîtya Êezdîxanê da tê nas kirinê çawa şêxekî zane, ku şîrovekirinên  h’ewask’ar û berfire ser dîn û dîyaneta êzdîya, ser dînê Şerferdîn bi qawil û beyt, serpêhatî û destanên meye dîrokî dide. Merivek ,ku çawa şêxekî ber dînê xwe şikestî ber ocaxa Şêxûbek’ira hata r’oja îroyîn jî  bi h’elalî qulixî dîn û dîyaneta xwa dike û zanzebûnên xweye dînî  derbazî nabî û nebîç’ir’ka  dike.

 Ev malbet serblindîya Êzdîxanêye,kanîya qewil û beyt’aye, ocaxeke e’nzele ku mirîdxane serê xwe ber datîne.

DELALA MEMÊ R’ECEVÎ

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

2 Comments

  1. Манана /Австрия/ May 3, 2017 at 16:00

    Xwedé me bé Mala Adiya neke!

     

  2. Dîlber /Ermenîstan/ May 3, 2017 at 23:08

    Ēvarxēra we xūşka Delal.Şēx Kʻeleş şēxē mala bavē min bū.Şēxē biskē.Peyrʻa şēx Hʻesen bū şēxē meyī biskē.Erē wele kanya eʻnzel.Bavē min gilīdike divē waxta ser tʻextē şaya yanē şīna cimhetē kʻas vedixwarin ū digotin “dewleta soviētē şēnbe”go Şx Kʻeleş destē xwe dida ber devē xwe dikʻenya digot “70 sal,70sal zēde tʻune” Kekē Hʻesen bēkʻēfe bira mērē hʻekīma nivīna şēxē me bē rʻeʻmē.

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî