ÇARŞEMA  SOR…

ÇARŞEMA  SOR…

Êzdîyatî, Nûçe 2 Comments on ÇARŞEMA  SOR…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

    Çarşema  Sor  ev e’ydeke gelekî kevnare, di k’ûraya qur’nava te  û di nav miletên r’ohilata Navînda hatîye û tê pîrozkirinê çawa e’yda  Serê Salê. Çarşema  Sor bi navê E’yda Tawisî Melek, Çarşema   serê nîsanê, Çarşema  serê Salê jî  tê navkirinê.Ev e’yd tê pîrozkierinê piştî 13-ê meha nîsanê çarşema e’wil.
  Çima hatîye navkirinê  Çarşema Sor? Di nav dîn û dîyaneta êzdîyada dinya û Tewisî Melak di  r’oja çarşemêda hatine efirandinê, çawa em zanin, di nav êzdîyan da r’engê sor r’engekî pîroze, r’engê r’ojê, r’engê êgir  tê h’esabê.Meha nîsanê ew  destpêka biharêye,di vê mehêda dinya bi sirûştîya batinîva dixemile.Meha nîsanê  bal êzdîya  wek bûka biharê tê h’esabê , ew ser xwer’a t’u bûka  nah’ebîne, bona vê yekê jî êzdî  di meha nîsanêda de’watan çê nakin.
  Êvara sêşemê h’êmû malbetên êzdîya k’arên xwe dikin,her cûr’e xurek-xwerin hazir dikin û  r’oja çarşemê berê xwe didine gor’istanan, diçine ser t’irbên mirîyên xwe. Nanê mirîya divine malên feqîr û belengazan, malên   şêx û p’îrên xwe.
Ji deşt û çolan kulîlkên  p’ir’r’eng berav dikin t’evî hêk û axê distrên û dîwaren xanîyên xwe  pê dixemilînin.Hêkan bi r’engên  sor, k’esk û  zer r’eng dikin,  ew jî bi me’na  p’ir’ r’engîya jîyanê têşirovekirinê. Her malbetekêda sifire tê danînê  û  her cûr’e te’metîsk û  şîrnayî têne belakirinê.Qalikê hêka nava zevî û  çandêda tê r’eşandinê, ku wê salê ek’in berek’et be. Her malekêda ç’ira tê vêxistin, ber malên xwe  agir vêdixin  û gava   serr’a  banz didin,divêjin, -“Hen ter’a zeraya me, bida me  soreya xwe”.
  Ev e’yd  di nav êzîdxana Iraq, T’urkîya,, Sûrîya da  tê pîroz kirinê.
  Bal  êzdîyên T’ifaqa Sovêta berê /Ermanîstan, Gurcistan, Rûsîya/  e’yd   Çarşema Sor na dihate pîroz kirinê,ber gelak sedemên h’elandinê ev e’yd hatibû bîrkirinê.Lê  gelek êlêmêntênÇarşema Sor  di nav e’yda Kuloçê Serê salêda hatîye xweykirinê.Lê  şikir r’ojên îroyîn, ev e’yd dîsa nava salnema êzdîyên Sovêta berêda cîyê xwe girtîye û t’evî êzdîyên  t’emamîya dinyaê bi heytehol tê pîrozkirinê.
 E’yda Çarşema  Sor li t’emamîya Êzîdxana dinyayê bimbarek û pîroz be.
 
 DELALA MEMÊ R’ECEVÎ

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

2 Comments

  1. Natêlla April 17, 2017 at 16:24

    çaeshema sor t’emamîya ëzdîxanê bimbarek ûi pîroz be.

     

  2. Esmer Germaniya April 17, 2017 at 20:04

    Piroz be.
    S prazdnikom
    Shnorhavor
    Gilozavt
    Bon fete

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî