
K’UBARÎYA ÊZÎDXANÊ: ISO DIRBOEV…
Nûçe, Sport April 13, 2017 8 Comments on K’UBARÎYA ÊZÎDXANÊ: ISO DIRBOEV…
Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!
Xwendevanên hêja,her cûr’en werzêda xort û qîzên me êzdîya yên pêşk’etî hene,lê kêmasîya me r’ojnemevana ewe,ku em nikarin xwe wanr’a bighînin, p’evgirêdanên xwe t’evî wana çê bikin û li wan xwendevanên xwe bidine nas kirinê.
Ez îro dixwezim derheqa werza /sport/ fûtbolê, ku wek’îlê miletê me ,xortekî êzdî, ku salên dirêjin di wî werzêda gelek pêşk’etîye û di nav k’oma fûtbolêye e’yan ya bajarê Velikîyê Lûkî /R’ûsîya/ di t’îma “Lûkî Energîya”-da dilîze.
Iso Dirboev 12 meha mijdarê sala 1993-a li Nîjnî Novgorodê/ R’ûsîya/ ji dayîk bûye. Hê di zar’otîya xweda mêla wî gelekî dik’işand ser lîstika fûtbolê û t’ev zar’okên hevalên xwe ,bawer bikin siba h’etanî êvarê di wê lîstikêva mijûl dibû. Gava Îso gavên xweyî pêşin avîte mek’t’ebê ,xwestina wîye here mezin ew bû ,ku hîvî de û bavê xwe Marîna T’or’in û Sûrîkê Îso kir, ku wî bişînin ser fûtbolê. Dê û bavê wî ew xwesteka Îso anîne sêrî,Îso bi h’izkirineke mezin diçû ser werza fûtbolê. Carna jî ji ber êkranên dûrdîtinokê dûr ne dik’et, gava lîstikên ort’emiletîyê diçûn.Bi şe’rezîya xwe di t’emanên 12-13 salîyêda bi lîstika xwe gelek berbiç’e’v k’et û werzeçîyên wî /trênêr/ guman û hêvîya xwe gelek cara bi wîva girêdidan. Di t’emanê 17 salîyêda Îso ji alîyê t’îma ” Lûkî Energî”-va hate hilbijartinê û di wê k’omêda destbi lîstika profêsîonalî kir. Gelek cara bi lîstika xweye profêsîonalî t’emaşevanan,heval-hogir û usa jî û werzeçîyên xwe h’eyr-h’ijmak’ar dihîşt.Ewî di t’îma xweye “LUKÎ ENERGI”-da tê h’esabê listikvanê herî e’yan û berbiç’e’v.Gelek cara di dûrdîtinokên R’ûsîyayê subh’et û hevpeyvînên h’ewask’ar t’evî Îso Dirboev dane derbaz kirinê û derheqa wîda gelek cara hatîye nivîsar û gotinê. Ew xortê êzdî bi êzdîtîya xwe t’imê jî serblinde.Nêt û armanceke wî here sereke ewe, ku di lîga heri blindda bilîze û navê êzdîtîyê blind xweyke.
Em bi xortê wek Îso Dirboêv serblminddin, ku k’uibarîya miletê xweye,h’izkirîyê t’emaşvan û t’îma xweye.
Em serk’etinên mezin ter’a dixwezin xortê hêja û bira ew nêtên teye mezin, xwestinên te mîaserbe.Û bê r’ojek, ku navê te em r’ex navên fûtbolîstên dinê e’yan bivînin.
K’eremkin çend dîmenên suh’beta Îso Dirboêv bi dûrdîtinoka R’ûsîyayê guhdar û t’ameşe bikin.
DELALA MEMÊ R’ECEVÎ
8 Comments
Xwede zedeke li naw Ezdîxaneda merofen bi aql u sportsmen, ewa peshketîbun u serbilindaya milete!
Xwede xayîka ISO Dirboev!
Красавчике мэ (((( ходе тэ хаикэ Исо(((((moa)(moa)(moa)(moa)(moa)
Успехов во всех твоих начинаниях.⛹⛹⛹⛹??????????????????????????наш красавчик Исо
Желаю тебе успехов и в спорте и в жизни!
Всегда в перёд!
Молодец Исо! Ты есть гордость Ездихане!
Молодец бре мн)) ам галаки шана бона та)
Молодец сынок!
Мы гордимся когда среди езидов такие спортсмены есть как ты!
Бремн горжусь табой, успехов тебе во всем ???