
DELALA K’AMIL :DERSDARA EMEKDAR…
Kavkaz, Nûçe February 20, 2017 10 Comments on DELALA K’AMIL :DERSDARA EMEKDAR…Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!
Em r’ojnemevan borcê xweyî mezin h’esab dikin , ku veger’in salên buhurî û derheqa wan ewledên cime’ta xweda binivîsin û şirova bikin,kîjana k’ed û emekê mezin dane boy pêşdabirin û gulvedana pêşer’oja miletîyê, le zêde xwe ne dane nas kirinê.
Ez dixwezim derheqa jineşêreke êzdî , Delala K’amil Baravî, dersdar û pêdagogê emekdar,ku ji e’mirê xwe zêdetirîn 40 sal pêşk’êşî p’erwerde û hîn kirina za’ra kirîye, wer’a gilî kim.
Delala K’amil Baravî 10 meha k’anûnê sala 1942-a li gundê Sabûnçîyê /Emenîstan/ di maleke êzdîyayî e’silzade da hatîye dinê. Bavê wê K’amilê Xeto û dayîka wê Xezala Qeymes di wan salên feqîrîyê û belengazîyê da, şeş zar’ (sê qîz û sê kur’) mezin kirin û her derfet ber zar’ên xwe dane vekirinê, ku e’mir û xwendinêda ewana pêşk’evin. Sala 1946-a ewana ji Ermenîstanê bi malbetî cîhuhastî dewleta Gurcistanê bjarê T’ibîlîsîyê dibin. Wir Delal xwendina navîn bi qîmetên gelek blind xilaz dike û di zanîngeha dersdarhazirkiirinê ya sar navê Pûşkîn da tê qebûl kirinê. Piştî xwendina pênc salan zanîngeh bi serfinyazî t’emam dike û di mekt’eba bajârê T’ibîlîsîyê ya hejmara 109-da derbazî ser k’ar û xebatê pêdagogîyê û p’erwerdê didbe. Em bêjin, wekî di wê malbetêda gelek xwendî û merivê kîvş derk’etine, yek ji wan birayê wê Bîmbaşê K’amil bû , ku ji alîyê wezîreta Ermenîstanêva hatibû naskirinê çawa p’êşekzanekî e’yan,xebatên wîya ulmî di nav ênsîklopêdîya Ermenîstanêda cî girtine.
Delal ne t’enê biç’ûk û delalîya xûşk û bira bû,lê usa jî ji alîyê xebatk’arên mekt’ebêva gelekî h’izkirî bû.Xebata wêye p’erwerdê gelek blind dihatine qîmet kirinê.Ew t’u t’işt nedihêvşand bona hîn kirina zar’a û gelek şagirtên wê îro bûne merivine e’yan û naskirî.T’evî r’onkibîrên me Lamara P’aşayêva, E’zîzê Îsko, Baxçoyê Îsko, K’eremê Anqosî her tiştî dikirin bona p’erwerda zar’ên êzdîya .Di wan saladan bi serwêrtîya E’zîsê Îsko Delala K’amil salên dirêj dersên ziman û e’debyetê di mekt’eba her hevtêda didie zar’ên êzdîya.
Piştî hilweşandina Sovêtê ewana bi malbetî cîguhastî dewleta R’ûsîyayê bajarê Orênbûrgê dibin.Lê xanima şertê xwe, li wir jî bê k’ar namîne,bi fermî 8 sala mekt’ebêda dixebite. Û h’eta nha jî di mekt’eba her h’evtêda ya ermenîya dersên ziman, e’debyet û dîrokê didie zar’ên ermanîya.
Delala K’amil , dersdara emekdar, dayîka sê ewledan her tişt kirîye, ku hersên kurên wê jî xwendina blind bistînin.
Em dikarin bêjin, ku k’ed û emekê wê usa jî ser nebîya geleke.Ewê nebîyê xwe R’oman Badoi , di t’emanê dusalîyêda hînî xwendin -nivîsare, dîrok û e’rdnîgarîyê kirîye û ew zar’ bi şe’rezabûna xweva li t’emamîya dinyayê hate nas kirinê ,kîjan xwendina xwe li xwendinxana Orênbûrgê ya prêzîdêntîyê eskerîyêda pêşda dibe û bi açixîyên gelekî blind di wê xwendinxanêda pêş dik’eve.
R’ojnemên R’ûsîyayê û Gurcistanê we’deda gelak cara derheqa Delala Kamil, derheqa k’ar û xebatên wêda nivîsîne, çawa dersdarê emekdar.
Min borcê xwe h’esab kir, ku k’ed û emekê Delala K’amil, ku 40 salî zêdetir p’êşk’êşî xebata pêdagogîyê,pêşer’oja milet kirîye em bişêkirînin û navê wê r’ex navên navdarên me binvîsin.
Delala K’amil nha li bajarê Orênbûrgêda dimîne, lê dîsa di k’arê hînkirina zar’ada k’edeke mezin dide.
DELALA MEMÊ R’ECEVÎ
10 Comments
Очень интересная статья!
Дай бог вам здоровье Далала Камл и Далала Раджави !
Наш маленький Роман тебе удачи!!
Ой как интересно что среди наших езидов есть такие умные дети!
Роман ч тебе поздравляю!
Галак hаваса мн hат,ваки Е мина хушка Далала Камл нав ездийада айа!
Спасибо Вам теть Далал ??Прекрасная статья про сына и Свекровь !??
Xwede seheté bide we Delal xûshka héja,xebata pédagogie gelek xebateke pîroze,nebîye wera jî peshdac’ûyîne mezin dixwezim,ew heye serblindîya Ezîdxané!
Ji texmina min Delala Kamil shkola 109 Tlbiseda der deda
Я благодарю вас , Далала Маме за статью , про мою тётю Далал.
Нет на свете профессии более благородной, чем профессия педагога.
Учить это непросто. Тут нужен ясный ум и горячее сердце.
Хочу пожелать ( халти) Далал много светлых дней , отличного настроения, оставаться всегда, везде и во всем оптимисткой.Благодаря неё все трое сыновей получили высшее образование.
Я рада , что у меня есть такой надёжный и близкий человек, на чью помощь я могу рассчитывать каждый раз.
Далала Маме! Примите слова искренней благодарности, благодаря вашей инициативе,помогая крайне необходимому сегодня информированию и просвещению езидов множество регионов страны.
Nûré zef r’azîme xûshka héja !
Bona van gotinén te dilgerm!
Ez geleki same waki ew sale gran qiza ezdiya ser medal kariya kotake mekteba xwe. Efarim qiza ezdiyaza. Slav u hermet Lalish TV ra, Delala Mamera u Delala Kamilra.
Darejana SHAMI.
S. Tbilisi.
Darejan xûshka heja . R’astî jî gere derheqa wan ewwledên cime’ta meda gere berfireh bê nivîsarê. Mala we ava bona van gotinên dilgerm.