ÊRÎK KONNOR  FÎLMA R’UHÊ PÎROZ…

ÊRÎK KONNOR FÎLMA R’UHÊ PÎROZ…

Avrûpa, Nûçe 2 Comments on ÊRÎK KONNOR FÎLMA R’UHÊ PÎROZ…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

  Derhinerê /r’êjîsor/ fransî Êrîk Konnor fîlmekî dokûmêntar ser dîn û dîyaneta êzdîyan k’işandîye , kîjan wan r’ojan li dewleta Fransayê li p’ayt’extê P’arîsê hate nîşandayînê û  gelek blind hate qîmetkirin. Ev fîlm di nava fêstîvala fîlmanda wê cîyê xwe bigire .

  Wan r’ojan  Êrîk Konnor  bû mêvae stûdîya “Lalish TV” li P’arîsêr û me suh’beteke  t’evî wî da derbazkieinê.

  D.M.R’ecevî :- Maqûl Konnor k’erema xwe xwe xwendevanên me bide nas kirinê, Erîk Konnor kîye ? 

 Ê.Konnor;- Ez di malbeteke usa da mezin bûme, ku r’uhê mileth’izîyê, r’uhê xêrxwezîyê nav meda zêde û zêde bûye.Min 25 sal xwendina xwe dewam kirîye; fîzîk-matêmatîk, $anogerî, fîlosofî,derhinêrî .Ez zêde naxwezim ser e’mir û jîyana xwe $irova bikim.

D.M.R’ecevî;- K’erema xwe Hûn dikarin bêjin,we k’engêva êzdîya nas kir û me’ne çi bû ?

Ê.Konnor;- Hê di salên xwendinêda bala min gelekî dik’şand  ser wan miletan, ser wan dîn û dîyanetên biç’ûk, ku li dinê hê bi berfireyî na dihatine naskirinê.Min derheqa êzdîyada , derheqa dîn î dîyaneta wanda bihîstibû û min xwest bi nêzîkva wî miletî nas bikim.Sala 2011-a min berê xwe da Sûrîyayê, li bajarê El H’esekê.Ez nav gundêd êzdîyada gerîyam,piştir’a  sala 2013-a ez çûme Lalişê ,çûyîna min li Lalişê ser  e’yda Cimaya Şîxadî bû. min nêzîkva nasîya xwe da r’abûn-rûniştandin,e’rf-e’det, r’ê-r’ismên êzdîyatîyê.Her  ti$t min bona fîlma xwe  qeyd kir.Gava ez vegerîyama Fransayê, min pêvgirêdanên xwe t’evî êzdîyên ,ku li Fransayê dijîn çêkir, ez bûme mêvanên gelek malbetên êzdîya, de’wat, e’yd-e’refatên wan bi nêzîkva şopand.Bawerkin fîlma min îdî hazir bû bona  weşanê, fermana  03.08.2014 despê bû.Min her tişt da alîkî û min berê xwe da   Şingalê, çi min bi c’e’vân xwe dît,t’ucar wê neyê bîr kirinê.Ez xweda wî qewatî navînim, çi ku min ber ç’e’vên xwe dît , bînim sar ziman.

 Ev her tişt wek fîlmeke dokûmentar hatîye qeyd kirinê.

D.M.R’ecevî:-We êzdî nas kirine  berî fermanê.Gelo piştî fermana êzdîya ,fikir û nihêrînên we ser wî miletî hate guhastinê ?

Ê.Konnor:-Bawer bikin piştî fermanê gelek tişt  hate guhastinê.Ez bi xwe h’eta nha gava ev  ferman dik’evine bîra min,dîmenên wê fermana giran tê ber ç’e’vên min h’êsir ji cê’vên min kêm nebe, k’el û girî tê qir’ika min.Ev milet, ev dîn û dîyaneta kevnar gere bê p’arastinê.Êzdî,r’astî jî bi r’uhê pîrozin,miletekî xêrxwez, miletekî nandar, miletekî dilr’ehm bi dînekî pîroze.Min usa jî ew fîlma xwe nav kirîye “R’uhê pîroz”, û r’ê-rismên êzdîyatîyê nav vê fîlmêda zelal hatîye e’yan kirinê..

 

D.M.R’ecevî: Em r’azîbûna xweye mezin didine we, wekî bona êzdîya we fîlmekî dokûmêntar derxistiye.Em serk’etinên mezin wer’a dixwezin û wekî ev fîlm di nav fêstîvala fîlmada laqyîqî xelata herî blind be.

Ê.Konnor:- Ez jî r’azîbûna xweye mezin didime we , malp’er’a Ezidxan.fr û Lalish Tv, ku ev k’eda min  tînin ber ç’evan  û qîmetê didinê.Dubare r’azîbûna xwe didime we .

Û ya here sereke , ku ez vî miletê kevnarr’a dixwezim  t’ifaq û yekbûne.

Xwendevanên hêja, kaseta vê fîlmê tê firotanê 15 £, hûn dikarin bi vê hejmarê t’êlêxin : +33 6 77 59 35 64.

 DELALA MEMÊ R’ECEVÎ

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

2 Comments

  1. Anna February 16, 2017 at 21:08

    C’est très bien !Erik Konnor vous êtes un ami des yezidis !

     

  2. Dilber /Armeniya/ March 6, 2017 at 11:56

    Bravo xūşka Delal bernemeka gelekī hʻewaskʻarbū ēzdī gerekē qedirē dostē xwe zanivin eʻferim

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî