ALÎK’ARÎYA MERIVH’IZÎYÊ…

ALÎK’ARÎYA MERIVH’IZÎYÊ…

Avrûpa, Nûçe 5 Comments on ALÎK’ARÎYA MERIVH’IZÎYÊ…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

    Di meha k’anûnêda Fêdêrasyona Êzdîyên Fransayê ji alîyê dezgeha xêrxwezîyê “Secours Populair”-va alîk’arîya madî stand ji boy  zar’okên êzdîyan yên p’enaber.Serokê vê dezgeha xêrxwezîyê  Krstian Hogard di belakieina alîk’arîyêda t’imê jî miletê me bîr tîne û her car  malbetên êzdîya di vê alîk’arîyêda bê p’ar namînin. 

 “K’omkujîy Şingalê , dilê min gelekî pê êşîya,-Kristian Hogard dibêje,- ezê her tiştî dikim, ku alîk’arîyê  bidime p’enaberên êzdîyan, hurmeta min gelekî vî miletê qedîmîr’a heye”.

Bona E’yda Êzid û  E’yda Sersalê ji alîyê Fêdêrasyona Êzdîyên Fransayêva  bona zar’ên êzdîya dîyarî hatine belakirinê.

 Usa jî dîyarî hatine belakirinê ji boy wan zar’okên sewî û bi problêmên saxlemîyê ya mekt’eba IME li bajarê Montaris .

 

Gava ev dîyarî dihatine belakirinê,şabûna zar’okan bê h’esab bû,- serwêrê FYF -ê T’amazê Dasenî dibêje,-r’ûyên wan zar’okên wek te’vê diç’ûrisîn.Endam û r’eveberîya FYF-yê jî bi qasî qewata  xwe wê her tiştî wê bikin  bona êzdîyên p’enaber”.

 Fêdêrasyona Êzdîyên Fransayê r’azîbûna xweye mezin dide Kristyan Hogard û dezgeha xêrxazîyê “Secours Populair” bona vê alîk’arîye.

 EZIDXAN.FR

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

5 Comments

  1. Natela Butkina/Russiya/ January 17, 2017 at 10:44

    Malîava wera FYF

     

  2. Azîze Gerdenzerî January 17, 2017 at 18:36

    Her serkevtî bin!

     

  3. Morad Erdish January 17, 2017 at 18:38

    Ez k’aré weye pîroz serketîbît!

     

  4. Dîlber January 17, 2017 at 19:12

    Molodzi rebyata!

     

  5. SHEX LEILE FRANSA January 18, 2017 at 08:48

    Ez zev Razime bona her testii seh ve bonamkp bra xde chete y ezkpn bdeveba zev razimee

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî