BÎMBAŞÊ  K’AMIL  BARAVÎ : SERXWEŞÎ

BÎMBAŞÊ K’AMIL BARAVÎ : SERXWEŞÎ

Avrûpa, Nûçe 7 Comments on BÎMBAŞÊ K’AMIL BARAVÎ : SERXWEŞÎ

 

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

 

 

 

17-ê meha k’anûnê  sala 2016-a li Fransayê ber nexweşîya  giran  Bîmbaşê K’amil Baravî çû ber r’eh’ma xwede.

Bîmbaşê K’amil /Esker Xetoyan/ , ku ji alîyê Hukumeta Ermenîstanêva dihate naskirinê çawa xebatk’arekî zane , k’ed û emekê kîjanî  gelek bû  bona  pêşdabirina aborîya dewleta Ermenîstanê, merivek ku xebatên  wîye zanyarî  cîyê xweye layîq girtina nava k’itêbxana  dewletêda, merivek, ku bona milet, dîn û dîyaneta xwe h’etanî dawîya r’ojên e’mirê xwe  jî bê deng nema.

 Bîmbaşê Baravî  /Esker  Xetoyan/14-ê meha sibatê sala 1938-a li  neh’îya T’alînê gundê Sabûnçîyê maleke êzdîyayî e’silzadeda ji dayîk bûye. Piştî t’emamkirina mekt’eba navîn ser mêdalya zêr’ sala 1960-î xwendina xwe li zanîngeha Erevanê ya  dewletê beşa aborîyêda pêşda dibe  û sala 1965-a bi serfinyazî   t’emam dike.Salên dirêj  Hukumeta Ermenîstaê li wezîreta  aborîyêda k’ar û xebatên cûda-cuda dike .K’ar û xebatên  xweyî pêşekzanîyê bi serfinyazî diqedîne û ji alîyê Hukumeta Ermenîstanêva layîqî xelatan dibe. Ewî usa jî salên dirêj li zanîngehên Aborîyê u Malhebûna gundîtîyêda  çawa dersbêj/lektor/  xebitîye û zanebûnên xwe derbazî silsiletên peyhatî kirîye.Ji boy  h’esabkirina binelîyên Ermenîstanê Bîmbasê  Kamil xebateke mezin kirîye û nav Ensîklopêdîya Ermenîstanêda ew xebatên wîye zanyarî  cîyê xweyî layîq girtine.

 Bîmbaşê Kamil bavê sê ewledane û kalkê nebî û nebîç’ir’kane.

 Malp’er’a Ezîdxan.fr  û Fêdêrasîyona Ezdîyên Fransayê serxweşîyê didne malbeta Bîmbaşê Kamil , birê wî Sîyabendê K’amil,xanima wî Gozela Efo,xûşkên  wî Delal û  Gola  K’amil,hersê ewledên wî Medîne, R’esît û R’oman.

R’astî jî ji nav Êzdîxanê zanyarekî mezin çû, lê bîranîna wî   h’eta-h’etayê  dilê  miletda  wê bimîne.

Êzîdxan.fr

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

7 Comments

  1. Natela Butkina December 22, 2016 at 19:38

    Rehma Xwede apé Binbashbe!

     

  2. Zerifa Baravî /Paris/ December 22, 2016 at 22:15

    Rehma Xwede Bimbashé K’amilbe!
    Cîyé wî cinetîbe!

     

  3. Heriknaza Memé /Fransae / December 23, 2016 at 23:24

    Rehma Shîxadî ruh’e Bimbashé Kamil be!
    Serxashîye didime malbeta wan!

     

  4. Irena Mîrza December 27, 2016 at 08:28

    Korayî bona ape Bimbash!

     

  5. Hinara Tajdîn (helbestvan) Ermenîstan December 27, 2016 at 08:31

    Delal Jan, cûşkêd mine pir hêja, Silavê xwey germ dişînim We tevarea .
Bila rehma Şîxadî apê Bînbaşbe.
Delal can xwedê sehet, qewateke baş bide te,tu kubarîya miletî,ez nizamim çawa razîbûnê alîyê xûşk û dayîka bêjim te, qîmeta te pir û bê hed mezina.
Wekî roja îro tu destê kumekîyê dirêjî zarokê sêwî dikî,ew yek kereke gelekî qîmet û pir bahaye.
Xanima qedir giran, qedir bilind, ez çevê te rafmûsim,hezar carî spasîya xwe didime te.

     

  6. Kristîna December 27, 2016 at 08:34

    (((( очень хороший был дядь Бинбаш

     

  7. Nevaf Agirman December 28, 2016 at 20:09

    Billa Rahma xwede li bimbasi be cehe wi cinet be sere malbate saxbe

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî