
JI DINYA BATINÎ…
Çand û Hunera me, Êzdîyatî, Kavkaz, Nûçe December 7, 2016 9 Comments on JI DINYA BATINÎ…
Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!
Xwendevanên hêja bi vê miqalê ez dixwezim derheqa Naza Qulîxan û ser hunera wêye bedewatîyê wer’a gilî kim.
Îsal E’yda “çarşema Sor” li Moskvayê ser derecekî gelekî blind hate t’eşkîlkirin û derbaz kirinê.Lê bala meriva dik’şande ser nîaşna vê e’ydê , hêkên ku bi hunereke batinîva hatibûne xemilandinê, meriva h’eyr-h’ijmek’ar dihîşt.
Gava dîmenên vê e’ydê k’ete destê min , bona min gelekî h’ewask’ar bû, gelo xudanê vê hunerê kêye ? Ji wê r’ojê jî gelek meh derbaz bûn, lê bi pirs-pirsyara ez pê hesîyam, ku ew Naza Qulîxane û min p’evgirêdana xwe t’evî wê çêkir û suhbeteke gelekî h’ewask’ar me da derbaz kirinê..
Gava min lê pirsî,ku ev k’arê bedewetîyê çawa bal wê pêşda hatîye , Nazê nazik k’enîya û ha got:”- Hê di zar’otîya xweda bala min gelekî dik’işande ser xemila bedewatîyê,min carne bi qelemên r’engo-r’eng dikaribû şiklên gelek h’ewask’ar çê bikira.Di nava r’uhê min da ev yek hebû.
Ez çawa zanim berê di nava êzdîyên Sovêtêda e’yda çarşema sor nedihate pîroz kirinê, -Nazê got,-nizanim belkî ber gele sedemava ev e’yd hatibû bîrkirinê, lê şikir ev çend salin ev e’yd nav êzdîyên Sovêta berê êdî didine derbazkirinê û we’dê vê e’ydê hêk têne r’ngkirinê bi hêmû r’engên xozayêva.Ev huner di nav dil û mejîûyê minda êdî hatibû hûnandinê û min jî xwest wek hunereke biç’ûke bedewatîyê pêşk’êşî miletê xwe bikim”.
Me suh’beteke gelekî h’ewask’ar t’evî Nazê da derbazkirinê. Ez gelekî şabûm,ku Nazê fikirû pêşdanînên xwe bi zimanê dê gelekî baş tîne ser ziman.
“- Ez r’azîbûna xweye mezin didime dê û bavê xwe Qulîxanê Ah’med û Xatuna Sêvdîn- Nazê serda zêde kir, -ku ber me her dergêh xwendinê dane vekirinê, xûşk u birê min Alt’ûn û E’lî xwendina pêşekzanîyê û xwendina blind stendîye, bi saya dê û bava r’uhê êzdîtîyê,e’rf û e’detên me, r’abûn-rûniştandin, rê-rismên kal û bava nav malberta meda gelekî k’ûr hatîye xweykirinê.Carna ez bi xwe xwer’a dibêjim, gelo ew, çi ku dê û bavê min dane min, ezê bikarbim wek wan vê yekê derbazî ewledên xwe bikim?-Nazê bi beşereke xweş dibêje.
Piştî suh’betê , ez we’dekî dirêj difikirîm ser gotinên Nazê,ku hewqas mileth’izî, ewqas fikirên t’emiz û vekirî derheqa k’omkujîya Şingalê, derheqa k’ar û xebatên Laliş TV û cihalên îroyîn t’evî min p’aravekir.
Em bêjin, wekî Naza Qulîxan li bajarê T’ibîlîsîyê dayîk bûye, xwendina pêşekzanîyê li Moskovaê stendîye, dayîka sê ewledane û t’evî malxwê xwe T’êmûrê Welî fîrma xweye şexsîda dixebitin.
DELALA MEMÊ R’ECEVÎ.
EzidXan.Fr
9 Comments
Qîza meye delal Naze’
Deste te bi hunara batiniva zede û zede peshda here!
Naza xûshka! Dest xwesh! Her sal Eyda me ezdîya p’eshk’eshe bedew distînin ji Naza xûshk xanim Xatûné û xatûn Altûné. Xwede merifeta we zédeke ,nav û qediré we nava Ezdixanéda usa blinde !!
Sredi naq ezdidov est takie umnie i talantlivie devoshki kak Naze! Umniza
Xwese sehetê bide te xushka min
Em geleki shabûn gava em pe hesîyan bona hunera teye bedewatîyê !
Xwede te xweyke
Super dorogaya
Dai bog tebe zdorovye!
Prosto krasata!
Xyshka Dalal affarn am gruppeva sawa xafata wa saite, Lalish TV , halbaste wa u hamy prse organizacie ma ezdiya???
Kak красиво))))))))))
Умница
Serketin ,rastî jî hunareka hejaye!
P’ir û p’ir xweşê! Her hebin!