JI   DINYA  BATINÎ…

JI DINYA BATINÎ…

Çand û Hunera me, Êzdîyatî, Kavkaz, Nûçe 9 Comments on JI DINYA BATINÎ…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

  Xwendevanên hêja bi   vê miqalê ez dixwezim derheqa Naza Qulîxan û   ser hunera wêye  bedewatîyê wer’a  gilî  kim.

  Îsal E’yda  “çarşema Sor” li Moskvayê  ser derecekî gelekî blind hate t’eşkîlkirin û derbaz kirinê.Lê bala meriva dik’şande ser  nîaşna vê e’ydê , hêkên  ku  bi hunereke batinîva hatibûne xemilandinê, meriva h’eyr-h’ijmek’ar dihîşt.

  Gava dîmenên vê e’ydê k’ete destê min , bona min gelekî h’ewask’ar bû, gelo xudanê vê hunerê kêye ? Ji wê r’ojê jî gelek meh derbaz bûn, lê bi pirs-pirsyara  ez pê hesîyam, ku ew Naza Qulîxane û min p’evgirêdana xwe t’evî wê çêkir û suhbeteke gelekî h’ewask’ar  me da derbaz kirinê..

 Gava min lê pirsî,ku  ev k’arê bedewetîyê çawa bal wê pêşda hatîye , Nazê  nazik k’enîya û  ha got:”- Hê di zar’otîya xweda bala min gelekî dik’işande ser xemila bedewatîyê,min carne bi qelemên r’engo-r’eng dikaribû şiklên gelek h’ewask’ar çê bikira.Di nava r’uhê min da ev yek hebû. 

nazika-qulixan-3 Ez çawa zanim berê  di nava êzdîyên Sovêtêda  e’yda çarşema sor nedihate pîroz kirinê, -Nazê got,-nizanim belkî ber gele sedemava ev e’yd  hatibû bîrkirinê, lê  şikir  ev çend salin ev e’yd nav  êzdîyên Sovêta berê êdî didine  derbazkirinê û we’dê vê e’ydê hêk têne r’ngkirinê bi hêmû r’engên xozayêva.Ev huner di nav dil û mejîûyê minda êdî hatibû hûnandinê û min jî xwest  wek hunereke biç’ûke bedewatîyê pêşk’êşî  miletê xwe bikim”. 

 Me suh’beteke gelekî h’ewask’ar t’evî  Nazê  da derbazkirinê. Ez gelekî şabûm,ku  Nazê  fikirû pêşdanînên xwe bi zimanê dê gelekî baş tîne ser ziman.

“- Ez r’azîbûna xweye mezin didime dê û bavê xwe Qulîxanê Ah’med û Xatuna Sêvdîn- Nazê  serda zêde kir, -ku ber me her dergêh xwendinê dane vekirinê, xûşk u birê min   Alt’ûn û E’lî  xwendina pêşekzanîyê û xwendina blind stendîye, bi saya dê û bava r’uhê êzdîtîyê,e’rf û e’detên me, r’abûn-rûniştandin, rê-rismên kal û bava nav malberta meda gelekî k’ûr hatîye xweykirinê.Carna ez bi xwe xwer’a dibêjim, gelo ew, çi ku dê û bavê min dane min, ezê bikarbim wek wan vê yekê  derbazî ewledên  xwe bikim?-Nazê bi beşereke xweş dibêje.

  Piştî suh’betê , ez we’dekî dirêj difikirîm ser gotinên Nazê,ku hewqas mileth’izî, ewqas fikirên t’emiz û vekirî  derheqa k’omkujîya Şingalê, derheqa k’ar û xebatên Laliş TV û cihalên îroyîn t’evî min  p’aravekir.

  Em bêjin, wekî Naza Qulîxan li bajarê T’ibîlîsîyê dayîk bûye, xwendina  pêşekzanîyê li Moskovaê stendîye, dayîka sê ewledane û t’evî malxwê xwe T’êmûrê Welî  fîrma  xweye şexsîda  dixebitin.

DELALA MEMÊ R’ECEVÎ.

EzidXan.Fr

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

9 Comments

  1. Hinara T'ajdîn /helbestvan Yerevan/ December 7, 2016 at 09:08

    Qîza meye delal Naze’
    Deste te bi hunara batiniva zede û zede peshda here!

     

  2. Iren December 7, 2016 at 09:57

    Naza xûshka!
Dest xwesh!
Her sal Eyda me ezdîya p’eshk’eshe bedew distînin ji Naza xûshk xanim Xatûné û xatûn Altûné.
Xwede merifeta we zédeke ,nav û qediré we nava Ezdixanéda usa blinde !!

     

  3. Mishayê T'or'in /Russia/ December 7, 2016 at 10:27

    Sredi naq ezdidov est takie umnie i talantlivie devoshki kak Naze! Umniza

     

  4. Torne Meme Recevi /Nijni Novgorod/ December 7, 2016 at 10:29

    Xwese sehetê bide te xushka min
    Em geleki shabûn gava em pe hesîyan bona hunera teye bedewatîyê !
    Xwede te xweyke

     

  5. Maya (Fransa) December 7, 2016 at 11:37

    Super dorogaya
    Dai bog tebe zdorovye!
    Prosto krasata!

     

  6. Irina Mirza (Moskow) December 7, 2016 at 14:31

    Xyshka Dalal affarn am gruppeva sawa xafata wa saite, Lalish TV , halbaste wa u hamy prse organizacie ma ezdiya???

     

  7. Лианна/Германия/ December 7, 2016 at 21:12

    Kak красиво))))))))))
    Умница

     

  8. Tosiné Reshit /helbestvan/ December 9, 2016 at 12:12

    Serketin ,rastî jî hunareka hejaye!

     

  9. K'eremê Anqosî December 11, 2016 at 15:24

    P’ir û p’ir xweşê! Her hebin!

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî