POÊZÎYA FÊRÎKÊ ÛSIV…

POÊZÎYA FÊRÎKÊ ÛSIV…

Çand û Hunera me, Êzdîyatî, Kavkaz, Nûçe 3 Comments on POÊZÎYA FÊRÎKÊ ÛSIV…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

 

 

  Xwendevanên delal emê îro çend şiêrên şayîrê meyî nav û deng, şayîrê h’izkirî FÊRÎKÊ ÛSIV , ku k’eda qelema wîye e’firandarîyê di zêndîtîya wîda nehate qîmet kirinê , r’aberî  we bikin.

                             P’AMPA MIN

P’ampa mine baş, Pampa min kûbar

Wê p’al vedaye wan qunt’arê sar,

P’amp mîna bûka,bûka xamil lê bend

Dorê ç’îyayêd ma girtine govend…

ç’îyayêd me blind, ç’îyayêd me k’ubar

Jê dixulxulin cew û kanîyê sar,

Şimalê mij tê mîna karvana

Ser ç’îyayê mer’a diçe arana.

Êvarê bi h’ewas mij guje-guje,

Û nava mijê P’amp dihênije…

P’ampa mine ser gulistan şîraz,

Min jê baq kirine gulêd xweye xas…

Ax, çiqa dixwest min h’ezar guman,

Ku wextê mirin min bibe mêvan,

Cime’ta min meyt’êm Şayîrî

ç’e’l bike serê ç’îyayê Dibûrî…

Ku mija P’ampê mîna karvana

Bê û ser minr’a her’e arana

Bîna gulê min,h’uba dilê min,

H’uba dilê min, derd û kulê min

Bibe arana, bibe arana,

Bibe arana , qur’n û dewrana…

                ferike_usif_12  ***

 Îşev ber derê teme, lewendê , derî veke,

Ax t’engezerê teme, dilbendê , derî veke,

Cinûbet, t’ur’kim te, xwedêkî, înk’ar meke,

Qert’elim, qir’ikê te, neheq û sûck’ar  meke.

Adare, qarxûn r’abûye,h’eyranê nayê zeftê,

Laşê min ber xwe danîye,gîhandîye mala mevtê,

Qedandîye min saw û sû, sî kiras û sî p’erde,

Jarê dilê zor te ne çû, sik bûme ha li ber te.

Min ç’arke, bextê teme,r’ebenim, te qûlim ez,

Yan mixe  k’êr û qeme,min bikuj, qebûlim ez,

T’ek jêkî kezîkî xwe daynî ser sîng -mibeden,

T’ek bêxî kirasê xwe,minr’a têkî k’efen.

                                          ***

Bona dayîka min

Bavê min r’okê  nemirîye, neçûye,

Herdem dimire:

Bahar tê, havîn,

Bavê min dimire,

çandin tê, çinîn,

Bavê min dimire…

Bir’îna pêz tê

Bavê min dimire…

K’ir’îna rez tê

Bavê min dimire…

Şînada dimire,

Şayada dimire,

Hatin-çûyîna zeyada  dimire…

Ser t’extê t’ijî,

Xw$îyêda dimire,

Xewnêda dijî, 

R’ojêda dimire…

Û…usa hert’im bavê min dimire, 

 Û diya min digirî û dik’ewgire…

                                            ***

Cime’ta min kar-kerî

Cime’ta min ber-berî,

Ax, xwezila li ç’îya banî

Ez bibûyama çîya î kanî:

Tu bihatayî ji her yêrî

Bi h’isretî û dilxêrî,

Te ser evê kanîya qudret…

hevdu bikira sivexêrî…

                                ***

Bihata kerî, bihata sûrî

Dora t’irba min, çîyayê Dibûrî

Hingê r’uhê min, berxvanê berê

Hêl bûya,h’isreta xubara qebirê

T’evî kerîyê pêz li ç’îyayê blind

Êvarê bijhata, bela bûya nav gund.

 

 

ÊzîdXan.Fr

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

3 Comments

  1. SIREN November 5, 2016 at 22:54

    Ferike Usev gelek şet u helbeste baş dinvisi rema xede lebe

     

  2. Гозал November 6, 2016 at 19:15

    Ферике Усв один из самых талантливых поэтов!
    Спасибо вам Далал!

     

  3. Shîler Shéxanî /Erbil/ November 12, 2016 at 10:28

    Xushka mlna ezizi danga tu xosh bit hardam sarkawtw bit . Dastit xosh bo au banama cwanai peshkashit krd. Slav u hurmat bo to u malbata tu la gal rezm bo ba reztan,

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî