BOKSORÊ ÊZDÎ: YÛRÎKÊ FEYZO…

BOKSORÊ ÊZDÎ: YÛRÎKÊ FEYZO…

Nûçe, Sport 5 Comments on BOKSORÊ ÊZDÎ: YÛRÎKÊ FEYZO…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

 Yourik Sport (3)  Deng û beh’sên şabûne li welatê dûr  ji Amêrîkayê tên.Boksorê êzdî Yûrîkê Feyzo Ozmanyan, ku destbi  lîstikên boksê ya  profêsîonalî  kirîye û şer’ên xweda serk’etîye.
 Yûrîkê Feyzo Ozmanyan 12-ê meha k’anûnê sala 1990-î li Ermenîstanê ji dayîk bûye.Nha bi malbetî li  dewleta Fransayê dijîn. T’emenê  14-a salîyêda Yûrîk destbi werza boksê kirîye û gelek caran li Fransayê bûye şêmpîyon û xelatên yekemîn wergirtîye. Dê û bavê wî Feyzoyê Semend û Hêrîka Cerco her tiştî dikin, ku ewledê wan hêla boksêda  zêde û zêde pêşk’eve. Du birê Yûrîk  Malxas û Saşa û xûşka wan Nûnê her serketineke birê xweva serfinyaz û  kubarin.
Yourik Sport (1)Sala 2012–a Yûrîk  ji alîyê werzeçîyê  amêrîkîva  tê  t’eglîfkirinê li  Dewletên  Amêrîka ê Yekbûyî li bajare  New York, ku di  werza boksêda  gelek pêşda diçe  û şer’ên xweda serdik’eve   û navê şêmpîyonîyê qazanc dike.
 30-ê meha h’ezîranê sala  2016-a Yûrîkê Feyzo k’ete  lîga profêsîonalî û li bajarê  Bostonê û New Yorkêda  derk’ta meydana şêr’ , herd cara jî serk’et û k’embera şêmpyonîyê qazanc kir. Xortê êzdî nêt û meremê wî yeke, ku her şer’ê serk’etî  wê pêşkêşî bîranîna şeh’îdên Şingalê bike û navê êzdîya nav dinyaê bide e’yankirinê. Xwesteka wîye here mezin jî ewe, ku r’ojekê bikaribe bin beyraqa  Êzdîxanê derk’eve meydana şêr’.
 Em bawerin, ku nêt  û xwestekên  Yûrîk wê  mîyaserbin.
  Em pêşdaçşuyîn û serk’etinên  mezin ter’a dixwezin xortê êzdîyayî hêja  him di werzêda ,him di  ’emir û jîyanêda.Em di wê bawerîyêdanin, ku navê êzdîtîyê tê blind xweykî.
ezidxan_video
 
 D.M.R’ECEVÎ

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

5 Comments

  1. LAZGI August 30, 2016 at 21:39

    Eferm Yûrik
    Time osa cîye peshiye bigerî
    Em tera zef sha dibin

     

  2. Narine Kiev August 30, 2016 at 23:14

    Momifiez brat
    Mi gordimsya shto est takie sportsmen il kak ti!!!!!

     

  3. Омар September 1, 2016 at 21:08

    Молодец братан
    Я от души тебе поздравляю
    Всегда вперёд !!!

     

  4. Ирина Мирза September 1, 2016 at 22:39

    Юрике Файзо мере-мерхаса?

     

  5. Yekaterina Ameyan (pisatelniza) September 4, 2016 at 00:04

    Гордимся, не представляйте наш восторг за наших успешных людей, за достижения каждого из них.

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî