WÊNEK’ÊŞ  ÎNÊSSA R’AZMÎK  MÎRZOYAN…

WÊNEK’ÊŞ  ÎNÊSSA R’AZMÎK  MÎRZOYAN…

Çand û Hunera me, Nûçe 5 Comments on WÊNEK’ÊŞ  ÎNÊSSA R’AZMÎK  MÎRZOYAN…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

Înêssa R’azmîk  Mîrzoyan sala 1988-a li bajarê Erêvanê /Ermenîstan/  ji dayîk bûye .Piştî t’emamkirina xwendina navîn  ew li zanîngeha Erêvanêye dewletê beşa zimanzanîyeda tê qebûlkirinê, kîjan piştî xwendina 5 salan  bi serfinyazî  xilaz dike  û çawa r’edaktor li t’eşkîleta deng û be’sa û r’êklamêda derbazî ser k’ar û xebatê  dibe.
 Inesa (13) Hê t’emenê 7-8 salîyêda  mêla Înêssa gelek  ser wênek’êşiyê hebû û xebatên wê  jî  gelek caran ji alîyê p’êşekzanava dihate  qîmetkirinê. Înêssa  eva 6 sala zêdetire k’ârê dîzayn – xemilandinê  li t’eşkîletên cuda-cudada dixebite û usa jî ser zimanê înglîsî û almanî zanebûnê xwe pêş dixe.Ew dayîka ewledekîye, kur’ê wê Mark werza suvek’arîyêva mijûl dibe û di wê werzêda gelek   pêş k’etîye. Dê û bavê  Înêssa çar zar’ xweykirin û t’erbet kirine, û   her  cûr’eyî piştgirîya  ewledên  xwe dikin, h’emû derfet ji boy xwendinê ber ewledên xwe vekirine.Bavê wê R’azmîkê Xwedo p’êşekzanekî başe di çêkirina seyarada, dayîka wê Zozana Bayloz salên dirêj wezîreta kârê  hundurda xebitîye.Xûşk û birê wêye mezin   zewicîne û t’evî malbetên xwe  dijîn, lê birê biç’ûk hê xwendina xwe li zanîngehêda pêşda dibe.
 “-Malbeta me di r’îya r’ê û r’ismên êzdîtîyêva dimeşe, -Înêssa dibêje,- em  malbeteke usa da hatine t’erbetkirinê,ku   qeyde-qanûn, r’abûn -rûniştadina êzdîtiyê zêde hatîye  xweykirinê. H’izkirina me berbi dîn û dîyanet, milet û zîyaretên me geleke.Ew yek bi saya sarê kalkê min Baylozê Çaçan R’azgoêv bû, kîjan salên dirêj li Hukumeta Ermenîstanêda / KGB/ xebitîye û hurmeteke mezin ji alîyê êzdîyava qazanc kirîye.Ezdîyên Ermenîstanê hemû jî hev nas dikin, gava pê dih’esin ku ez nabîya Baylozê çaçanim, bawer bikin,   qedir û qîmetâ  min zêde digirin. Xatîya min jî  Svêta Bayloz salên dirêj nav cihal î ciwananên êzdîya k’arekî mezin kirîye û ew yek ji wan derbazî nav r’uhê  me bûye.Em her tştî dikin, ku   pey p’êç’a kal û bavê xwe bimeşin, -bi beşereke xwşe Înêssa serda zêde dike,- xwestek û daxweza kalkê min ew bû, ku wê r’ojekê miletê me bibe xweyê mafê xwe  û em jî bikaribîn dewleteke aza û serbixweda bijîn.Berê  êzdî bi hemt’omerî li Ermenîstanê diman, t’ifaq û hizkirin nav êzdîyada  gelek hebû.Nha jî gere me her tiştî bikin, ku bikaribîn wê t’ifaqê , wê h’izkirinê xweykin û derbazî ewledên xwe bikin”.
  D.M. R’ECEVÎ

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

5 Comments

  1. T'or'nê Memê R'ecevî /nijni Novgorod/ August 15, 2016 at 23:22

    Gelek statyakî hewaskar bû.Me nasîya xa da qîzeke usa zane.Eferm Inessa.

     

  2. Irena Mirza /Moskow/ August 16, 2016 at 08:34

    Галаки ам ва разина хушка Далал, ваки ва насия Инессае да ма, аффарн ам вера, хушка шерра Инесса❤️

     

  3. Inna /Avstria/ August 24, 2016 at 23:46

    Molodez doshinka !!! mi gordimsya kogda takie devoshki kak ti prodvinulis v pered!!

     

  4. Нерикназа Маме September 1, 2016 at 22:54

    Наша гордость Инеса дорогая

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî