PÊŞK’ETINÊN  GÊLOYÊ  ABAS…

PÊŞK’ETINÊN  GÊLOYÊ  ABAS…

Nûçe, Sport 2 Comments on PÊŞK’ETINÊN  GÊLOYÊ  ABAS…

.

 Min r’ojnema ya firansîya  “La Republique” hilda destê .Di wê r’ojnemêda  derheqa werzeçîyê boksê  ya profêsîonalî  Gêloyê Abas Gêloyanda  mqalekî gelekî h’ewask’ar  hatibû  neşir kirinê.Ez gelekî k’ubar bûm, ku xortekî êzdî  eva  10 sala zêdetire t’evî melbeta xwe li wî dewletîda dijî û di  werza boksêda usa pêşk’etîye.Ez fikirîm, eger r’ojnema firansî derheqa wî xortê hêjada nivîsîye, çima na, ku xwendevanên malp’er’a “Êzîdxan.fr” jî derheqa wî werzeçîyê hêjada pê bih’esin.
 Gêloyê Abas 17-ê meha tîrmehê sala 1988-a  li bajarê T’bîlîsîyê ji dayîk bûye.Ew ji qebîla bendûraye. Sala 1998- a ewana  bi malbetî cîguhastî dewleta Almanîyaê dibin, piştir’a  sala 2006-a jî  li dewleta Fransayê li bajarê Neversda cî war dibin.Gêlo ji sala 2001- a  werza boksêva mijûl dibe, hê di t’emenê 14-15 salîya  xweda dibe şêmpîyonê herême . 18 salîyêda  jî  destbi werza boksê ya profêsionalî dike û gelek caran ser dik’eve û xelatên yekemîn werdigire.Werzeçîyê wî  Tarek Kheidourî  bi e’silê xweva firansiz , werza  wîye li meydanên şêr’ gelekî die’cibîne  û hêvî û gumana xwe  ji Gêlo nabire,lê bawere ,pêşdaçûyînê wîr’a firnax  dibe.Ewî bi şer’ên xweye  serk’etîva  li serenserî Fransayêda pêşda  hatîye. Wan r’oja li  bajarê Mulin Gêlo derk’ete meydana şêr’ xelata yekemîn wergirt. Di 9 şêr’ê  profêsîonalîda  5 cara serk’etîye ji wan carekê jî bi  knosk-out birîye.Nêt û merem, xwestekên mezin pêshîya Gêloyê Abas  heye.
  Malp’er’a  ÊZIDXAN.FR peşdaçûyîn û  serk’etin mezin ter’a dixweze Gêloyê Abas, navê te, wek xortekî êzdî bira nav t’arîxa werzê dewleta Fransayêda cîyê xweyî layîq bigire.
D.M. R’ECEVÎ

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

2 Comments

  1. ТЕНГИЗ July 24, 2016 at 15:50

    Молодец Гоча мы рады за тебя брат Я желаю тебе много побед
    И спортивном жизне удачи

     

  2. Гриша Лазгиян July 24, 2016 at 23:41

    Молодец сынок
    Наве ездийа блнд хайка

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî