JI BOY  K’AR  Û  XEBATÊN LALISH TV…

JI BOY  K’AR  Û  XEBATÊN LALISH TV…

Nûçe 12 Comments on JI BOY  K’AR  Û  XEBATÊN LALISH TV…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

 

Tamaz u Mirze (2)  20-ê meha h’ezîranê 2016-a li Moscovê /R’usîya/ serwêrê “Fêdêrasyona Ezdîyên Fransa”-ê T’amazê Dasinî r’astî k’arsazê dinêe’yan, sêrwêrê navenda  “Şengal” û usa jî  ya “Laliş TV” Mîrzê Çolo hat.Wir hazir bûn usa jî kârsazê nav û deng ji bajarê Îvanovoyê T’êlman Fêroyan ,doktorê ulmên dîrokê Yûrî Dasnî û berpirsyarê  “Laliş Tv” Cemalê Artûr.
  Me’na r’asthatinê pêşdabirina k’ar û xebatên “Laliş TV” li h’emû stûdîoyên, ku li dewletên başqe-başqeda hatine vekirinê.Mîrzê Çolo nava xeberdana xweda got,wekî  ji bona xebatên “Laliş TV” h’ewcê kadr û xebatk’arên Tamaz u Mirze (5)profêsionalin.-R’aste nha  ji hêla aborîyêva xebatên me zêde pêş nak’eve, lê ev yeka  wê nebe sebeb,ji boy weşanên Laliş .Nha zêde k’ar û xebatên me ser çêkirina zîyareta ”  Quba “Tawisî Melek” tê kirinê.Lê emê her tiştî bikin, ku “Laliş TV” jî bê p’ar nemîne”.Ji alîyê Yûrî Dasnîva pê danînek hate kirinê, ku ew k’armend û k’arsazên êzdî, ku li R’ûsîyayê dimînin, alîk’arîya merivh’izîyê bidine fonda “Laliş TV”  ku bikaribin wan pirsgirêkên aborîyê safîkin û bernemên cûr’ bî cûr  hazirkin ji boy weşanê.
Tamaz u Mirze (1)T’amaz Dasinî jî  k’ar û xebatên  “Laliş TV” ya stûdîyoya P’arîse şirovekir û got, – “r’aste hêla aborîyêva çetinayî gelekin, kadir û xebatk’arê profêsîonal kêmin, lê bawerî heye, ku emê van  çetinayan  hildin ser milê xwe û her tiştî bikin ji boy têlevîzîyona me êzdîya”. Cemalê Artûr me’lûmetî û şirovekirinên  balk’êş û h’ewask’ar da ji boy pêşer’ojêda ser k’ar û xebatên “Laliş TV”,hazirkirina berneman,peydekirina kadrên zane û usa jî weşanên herr’oje, ku wê piştî  03.08.2016-a destpêbe.
K’arsaz T’êlman Faroyan nava xeberdana xweda ser koordînasyona xebatên “Laliş TV ” sekinî û usa jî ji alîyê xweda pê danîna alîk’arîya fînansê kir.
  Dawîya civînê T’amazê Dasinî r’azîbûna xweye mezin da Mîrzê Çolo û hevalbendên xwe û got, wekî fînanskirina  weşanên “Laliş TV” ya stûdîyoya P’arîse wê bi giranî hilde ser xwe.
    D.M. R’ECEVÎ

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

12 Comments

  1. Pîr Kote June 25, 2016 at 08:54

    Xwede sehete bda we
    Hun hene shere Ezdixane

     

  2. Lezgie Meme Recevi June 25, 2016 at 09:07

    Maliava Wera ke Ev kar û xebate piroz bona ezdiya peshda dibe.Em sha dibin her gaveki wera û bira Lalish TV bibe chira her maleke Ezdixane

     

  3. Юра June 25, 2016 at 09:22

    Slav. Delal zev bash dinvise u gramatika ve zev min xash te.

     

  4. Тамаз June 25, 2016 at 09:29

    ? Супер я рад видит достоиних
    Мужиков в месте нет слов молодци

     

  5. Berfin June 25, 2016 at 11:55

    Xwade sehete bde hamu xavatqare Lalsh.tv

     

  6. Mala Ezidya OLDENBURG June 25, 2016 at 12:13

    Dast xush har haben

     

  7. Arif June 25, 2016 at 12:45

    Destê we saxbe birê hêja

     

  8. Pir Gogo - Jurist, Pay Bas June 26, 2016 at 22:31

    Az wara dxazm sahat u qawat galak maqulema ezdia: Tamaze Dasini u Mirzaje Cholo. Rastizi Lalish Tv bona mlatema armangaka maznbu waki kabulbu.

     

  9. ISKO June 27, 2016 at 16:24

    Pejdachuine bash dixezem wera Tamaz,

     

  10. IBOE SHEX RESID June 27, 2016 at 16:29

    Эздиде сор пштоване wабе
    Dinteiyar devachie webe

     

  11. Mhere Thoren June 27, 2016 at 16:51

    Maliava apo ??

     

  12. Ismailé effé Bro November 5, 2017 at 22:55

    silavé min ji boy hemu karzaz karmendén lalish tv dua geliyé Lalisé ser van caméren ku iro baré milet dane ser milé xe, mediya u çapemeni , weke av ,ax hewa pedviya milet pé heye bira xwedé u tawsi melek wan milet ra xwesh behele.banga min milet ki çi waré jiyané da aktiviya wi heye bira kéleka van camera bisekine ..

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî