XWENDK’ARA YA ZANÎNGEHA SORBONÊ…

XWENDK’ARA YA ZANÎNGEHA SORBONÊ…

Avrûpa, Hevpeyvîn, Kavkaz, Nûçe 9 Comments on XWENDK’ARA YA ZANÎNGEHA SORBONÊ…

Here is the Music Player. You need to installl flash player to show this cool thing!

  Nat’îya T’êmûr 17-ê k’anûnê sala 1991-ê li bajarê T’bîlîsîyê /Gurcistan/ ji dayîk bûye.E’mirê wê 10 salî bû, gava ewana bi malbetî  cîguhastî Ewropayê dibin.Pey t’emamkirina xwendina navîn Nat’îya li Zanîngeha Sorbonê beşa hiqûqêda tê qebûlkirinê.Piştî xwendina  du sala diçe dewleta Almanîyaê di heman beşêda  ser zimanê almanî xwendina xwe pêşda dibe,piştr’a vediger’e P’arîsê xwendina xwe pênc sala berdewam dike û bi serfinyazî bi dîploma hiqûqzanîyê zanîngehê xilaz dike.Nat’îya ji xwendinê t’êr nabe û bi t’emîya profêsor-dersbêjê xwe  vê carê jî li Zanîngeha hazirkirina p’arezera xwendina xwe pêşda dibe û r’ex vêda hazirîya xwe ser t’eza doktorîyê dike.
 “-Ez bejina xwe ber dê û bavê xwe Maya çekê û T’êmûrê Abas ditewînim,- Natîya dibêje, -ez bi serblindayî dikarim bêjim, ku dê û bavê min bawerîya xwe ji min anîn, ji boy xwendinê eva pênc salan zêdetire piştgirî û alîk’arîya mezin didine min.Mêla min gelek ser nivîsraê heye, e’mirê min hê deh-dunzdeh salî bû , gava min dest bi nivîsara serhatî û kurteç’îr’oka kir.Gelek cara serhatîyên min li kovar û r’ojnemên Fransa û Bêlçîkayêda hatine  neşirkirinê.Du cara jî pêşbir’kada min xelata yekemîn hilgirtîye.H’izkirina min ser r’ojnemevanîyê gelek hebû,-Natîya nazik dik’ene û serda zêde didke,-lê nizanim çima min xwe xwendina hîqûqê girt?
  Gava xeberdana me hat ser k’omkujîya Şingalê, min hêsir li kûraya çêvên wêye r’eşe bedewda dîtin, piştî bêdengîya çend deqan Nat’îya ha got,-gava  bê’sa gênosîda êzdîyada  tê kirinê, mejû û dilê min ji êşê t’evî hev dibe.Miletê min gelek fermenên giran dîtine, lê vê carê li ber ç’e’vê dinya pêşk’etî zulmên giran anîne serê êzdîyan:destdirêjayî, firotana zaroka, qîz û jinan,kuştin û t’alan, wêrankirina zîyaret, gund û bajaran,- û hêsir di qirêikêda dimîne Nat’îya bi dengekî zelûl dibêje,-êzdî têne kuştinê ji boy êzdîtîya xwe.Wir zanîngehêda jî gelek dersbêj û xwendk’ar ji min dipirsin: Gelo êzdî kîne? H’ebandina wan çîye? Ez qasî zanebûnên xwe wanr’a  şirovedikim.Bi r’astî, ez guhnê xwe bidime r’ûyê xwe û bêjim, ku gele pirs û şirovekirin girêdayî ayîna dînê êzdîtîyêva, ez nizanim.Bi rîya mêdîyaê min gelek me’lûmetî  ser dîn û hebandina êzdîya berav kirîye, nha jî dixwezim ser dîrok û e’debyata miletê xweda k’ûr bim, zimanê dayîkê ser derecekî baş dixwezim hîn bim.
  -Bona xort û qîzên êzdîyan, ku cara dê û bav astengî ji boy xwendina wan derdixin,tê çi bêjî ?- min ji Nat’îya pirsî.
 – Ez wek keç’eke êzdî, keç’eke xwendk’ar hîvî wan dê û bava dikim, ku bawerîya xwe zar’ên xwe bînin, îlahî qîzên xwe, rê ber wan vekin, ku ew jî bikaribin di xwendinêda pêşk’evin.Her miletek bi zanyarên xwe li dinê e’yane.çima gere xort û qîzên êzdîya ji xwendinê paş bimînin? Nha di malbeta meda xûşka min Maya  beşa doxtorîyêda xwendina xwe pêşda dibe, birê min T’amaz  jî di p’ara sosologîyêda hatîye qebûlkirinê.Nêta min heye , ku yektîya xwendka’rên êzdîya bê avakirinê.Ez bawerim, ku dewletek wek Fransaêda xwendk’arên êzdî gelekin.Em xwendk’ar dikarin qewata xwe, zanebûnên xwe bikine yek , ku bikaribin gele pirs û derecada  alîk’arîya miletê xwe bikin.
  Em ter’a serk’etin û pêşdaçûyînên mezin dixwezin Nat’îya delal û hîvîdarin, ku gelek xort û qîzên me ç’e’v bidine te û di rîya xwendinêda bimeşin.
 D. M. R’ECEVÎ  ÊzîdXan.Fr

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

9 Comments

  1. Нодар May 31, 2016 at 00:44

    Натиа ты умница молодец

     

  2. РОЗА May 31, 2016 at 00:52

    Я когда выжу таких умных и красивых девушек я радуюс за наш народ молодец умница

     

  3. Rezo May 31, 2016 at 05:48

    Eu xort u qize mae xandi eu pesaroja mena Euna peşérojo Ezdya ne afarem

     

  4. Mamuka /Paris/ May 31, 2016 at 08:58

    Умница Натия !!!дочка такие как ты нашему народу нужны !!!
    Ем галаки ша дбн бона та ваки киза мина та ханднаки оса да дхуна

     

  5. Baxitan May 31, 2016 at 18:30

    Xwendekaré mé heja ez wé selav kim ji karé wera serketine xeazim bila ciwane mé bexünin bira kesse xwendevan te cara fakir belangaz nabin li kuderebe e ne Problem biji belengazi ciya biraye heja ne go pere te onebin malle te nebe belengazi ne ewe kese go ne famker ne ew belengaziya kesse go be nerin u fambe ewe zingin iro fermana hatiya sere me be weva giredayiya xwendevame peseroja mena bijin

     

  6. Recevî May 31, 2016 at 22:31

    Welle ez gotinên ter’a qayîlim heval Baxitan, her gotineke te zêr’e.R’astî jî xwendin ew r’umeta milete.Her bijî.

     

  7. Baxitan June 16, 2016 at 15:50

    Ew kese ji bo me demkina em ji bo xwe daimina

     

  8. Baxitan June 16, 2016 at 15:50

    Ew kese ji bo me demkina em ji bo xwe daimina

     

  9. Baxitan June 16, 2016 at 15:52

    Ew kese ji bo me demkina
    em ji bo xwe daimina

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî