MÊVANÊ ME : DENGBÊJ R’OSTEMÊ ŞÊKO

MÊVANÊ ME : DENGBÊJ R’OSTEMÊ ŞÊKO

Avrûpa, Çand û Hunera me, Êzdîyatî, Kavkaz, Nûçe 2 Comments on MÊVANÊ ME : DENGBÊJ R’OSTEMÊ ŞÊKO

Berî çend r’oja dengbêj R’ostemê Şêko ji R’ûsîayê bû mêvanê bernema “ÊVARBAŞ” ya Çira TV.  Wir me suh’beteke h’ewask’ar derbaz kir, k’îjan ez r’aberî xwendevanên me dikim.
R’ostemê Şêko 23-ê meha k’anûnê sala 1976-a li gundê Qamişlûyê neh’îya Armavîrê /Ermenîstan/ ji dayîk bûye. Ew ji qebîla mendesorî ji êla Zuqurîyane. Kal -bavê wî ji gundê Seydîbegê /Qers/ ber zulmên R’oma r’eş sala 1918-a dir’evin têne Ermenîstanê. Zar’otî û xortanîya R’ostem li gundê Qamişlûyê derbaz dibe. Hê zar’otîyêda mêla wî gele ser sazbendîyê û dengbêjîyê hebû. Ew usa jî ji malbeteke sazbend û dengbêjane. Herdu birên R’ostem K’emal û Sêvo t’evî çend xortên êzdîya sala 1988-a k’oma sazbendîyê “Mêrxas” ava dikin. Ew k’om gele h’izkirî û naskirî bû li t’emamîya Êzdîxana Ermenîstanêda.Sala 1990-î R’ostemê Şêko wek dengbêj t’evî k’oma “Mêrxas” dibe. Sala 1996-a R’ostem bi malbetî derbazî R’ûsîayê li bajarê Yaroslavlê dibe. Li vir k’oma “Mêrxas” zêde-zêde tê naskirinê, gele cara ev k’om t’evî fêstîvalên mûzîkê dibe, li R’ûsîayê çand û hunera êzdîya tînine ber ç’e’van. H’eta nha çar albumên wê k’omê derk’etine. Nava r’êpêrtûara wêda gelek k’ilamên meye mêranî, k’ilamên govendê “yên berê” cîyê xweye layîq girtine. 60 k’ilamî zêdetir R’ostem bi xwe miqamên wan nivîsîye, nêta wî heye, ku wek k’itêbekî sitranên notekirî çapke. Şêrên Memedê E’mer û Ordîxanê Lezgî bi hostatîya R’ostem bûne stran û nava miletda bela bûne. Sala 2013-a R’ostem diçe welatê kal û bava xwe gundê Seydîbegê. “Gava ez ç’e’v gund k’etim, hêsir ji ç’evên min hatine xarê,- R’ostem bi axîna k’ûr gilî dike,-nha wî gundîda h’emû k’urdên musulman dimînin, dîwarê xanîyê kalkê min Ûsoê H’eso hê sekinîye. Binelîyên wî gundî derheqa birê kalkê min Mamoê H’esoda, ku usa jî jêra digotin Memoê h’ekîm hê bîr danîn. Ew bû sebeb, ku min strana “Memoê h’ekîm” çêkir. Min axa welatê xwe anî, bir ser gor’istana kal û bavê xwe li Qamişlûyê. Em gotî t’ucar serpêhatîyên mezinên xwe, dîroka xwe bîr nekin”.

ROSTEMÊ ŞÊKO merivekî gele milethi'ze.

ROSTEMÊ ŞÊKO merivekî gele milethi’ze.

“Komkujîya Şingalê” dilê min gelekî pê êşîya. Miletê meyî belengaz, ber ç’e’vê dinyaê hema usa tê zêrandin… me dukujin. me t’alan dikin, namûsa me binp’ê dikin, lê dinya ker’ û lale. Bese, h’eta k’engê. Nha lazime em r’abine ser xwe, de’w û doza xwe blind kin, Êzdîxana xwe ava bikin, bese ç’e’vên me destê xelqê be,-bi hêrs, lê bi gumaneke mezin R’ostem dibêje .” Ez wek ewledê wî miletî, dixwezim k’ed û emekê xwe bikime xizmeta miletê xwe, çi ku destê min bê ji boy dîn û dîyaneta êzdîtîyê ezê t’u tiştî nehêvşînim. Bira dinya bizanibe, ku em êzdî xweyê dînê sert’acê h’emû dîyanetêne”. R’ostem hazirîya albuma pênca dike. Vê albumêda gele stranên t’eze yên mileth’izîyê, srûda “Şerfedîn“, “Êzdîxan r’abe“, “Şingala brîndar” û yên mayîn cîyê xwe girtine.
Em k’ar û xebatê R’ostemê Şêkor’a pêşdaçûyînê dixwezin û dibêjin “dengê te dinê be, dengbêjê hêja”.

 

Êzîdxan.fr

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

2 Comments

  1. Alik March 2, 2016 at 19:09

    Bira dengbeje vek Rosteme Seko neva mlete meda zed u zedebin

     

  2. BEVE ELI March 3, 2016 at 08:41

    Koma Merxes neve djivaka Yezidiya gelaki naskiriya em serkeftene dixezen hunermande heje u djuanre ROSTEME ŞEKORA

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî