“NAVDAREN ME”: H’ECÎYÊ CINDÎ…

“NAVDAREN ME”: H’ECÎYÊ CINDÎ…

Çand û Hunera me, Nûçe No Comments on “NAVDAREN ME”: H’ECÎYÊ CINDÎ…

Xendevanên hêja bernema “Navdarên me” her carê emê derheqa wan r’onikbîr û nivîsk’arên meyî nav û dengda binvîsin û şirovekin, k’ed û emekên k’îjana bona pêşk’etina ziman, e’debyet û çanda miletê gelek bûn.

H’ecîyê Cindî Cewarî navbkin “Bavê zargotina cime’ta me”, bav, k’emala e’mir û emekê k’îjanêyî mezin seva silsileta idî t’emî- şîreta,weseyete,cirya îsafêye, ç’e’vkanîya r’uhdarbûna e’nzele buhurtîye…Ew bi xwe jî, zindîtîya xweda, nihava idî bûye mîf-lêgêndeke cindî…
çerkezê R’eş

H’ecîyê Cindî 18-ê adarê sala 1908-a li gundê Emançayîrê /qeza Qersê/ ji dayîk bûye.Ew ji êla sîpika, ji qebîla utîye.Sala 1918-e ber zulmên R’oma r’eş mala bavê H’ecî dir’evin û li Ermenîstanê dihewirin.Bavê wî Cindîyê Esed ew bi r’ezedilî tevî eskerê Cangîr axa li Başaparanê miqabilî zeftçîyê t’irkân û kûrdên musulmanan şer’ dike.11 salîya xweda dê û bavê xwe unda dike û dik’eve sêwîxanê.Xurtê milûkî xweyşuret wêdarê xwe xwendinê digire û sala 1929-a xwendinxana /texnîkûma/ ermenîya pêdagogîyê xilaz dike û çawa dersdar li gundê Qundesazê /R’ya Teze/, piştir’a serwêrê mekt’ebê dixebite.Lê mêl -mot’acê zanebûnê ew anî Zanîngeha Ermenîstanêye dewletê , k’îjan sala 1933-a bi serfinyazî xilaz dike.Ew dokrorê zanîstê /aspîrantê/ pêşine nava miletê meda.
H’eta sala 1940-î weke 40 berhem û kitêbên wî têne çapkirinê.Sala 1932-a h’etanî sala 1966- serwêrê p’ara nivîskarane.H’ecîyê Cindî h’îmdarê sazbûna e’debyeta miletê me tê h’esabê.Berevoka serpêhatîyen “Berbanga t’eze”, r’omana “Hewarî”,”Karxezalê”, “Beyt-serhatîtîyê kurda”,”Bahar” û gelekin mayîn edebyeta me xemilandine. Ew ji bona berevkirina zargotinê gond bi gund, mal bi mal diger’e û naxş-nîgar, qewil-beyt’,kilam-stran, ç’îrok û desstanên miletîyê ji undabûnê xilaz dike. Berevoka “Meselok û xeberokêd cime’ta me” /1985/ ji 800 r’ûpêlî , kîjan tê h’esabê sert’aca zargotina miletîyê.Nêzî 60 salî ew usa jî wergerêva mijûl dibe, weke 12 k’itêb hatine çapkirinê û 15 pîês hatine nîşandayînê. Ew t’eşkîldarê e’mir û jîyana êzdîxana şêwrêye/Sovêtêye/ e’debyetê bûye.
Em çend k’itêbên wîye hîmlî r’ezkin: “Folklora kurmancî”/1947, bi zimanê ermenkî/,”şaxê êposa “Kor-Ox’lî” (1953,ermenkî),”Mamê û Zînê”(1956, ermenkî),”Beyt’ serhatîyên kurdî” (Moskva, 1962, r’ysî),”Hikyatêd cimetâ me” (1961,1962,1969,1980,1988) û gelekên mayîn.Em bi şêkirdarîya k’ur ê h’elal doktorê ulmên fîlologîyê,profêsor H’ecîyê Cindî nav dikin “Bavê zargotina me”.

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî