Par’lamenta Ewropaê gênosîda êzdîya qebûl kir…

Par’lamenta Ewropaê gênosîda êzdîya qebûl kir…

Avrûpa, Nûçe, Rojilatanavîn, Sîyasî 2 Comments on Par’lamenta Ewropaê gênosîda êzdîya qebûl kir…

4-ê meha sibatê 2016-a Par’lamênta Ewropaê li Strasbûrgê biryara ” Qirkirina êzdîya, asorî-suryanî-khildanîya” ji alîyê Daesh-eva” bi yekdengî encam girt.
“Ji alîyê Daesh-va li Iraq û Sûrîayê mqabilî êzdîya, asori-suryanî-khildanîya , êtnîk û olên kemnet’ew qir’kirin çê bûye”, “sûcê himberî mirovatîyê û binp’ekirina mafên mirovan yên asta şêr’da” bi t’ûndî ji alîyê par’lamêntaravan hate şermezar kirin. Biryara “Naskirina gênosîda êzdîya, asorî-suryanî – khildaî û olên kêmnet’ew” hilbjartîyên 28 dewletan, ku nêzî 500 mîlîon kesî e’yan dikin bi yekdengî hate qebûl kirinê.
Par’lamenta Ewropaê bang li Net’ewên Yekbûyî kir, ku ew miletên qadîmî ji alîyê Daesh-va hatine qir’kirin, ser axa xwe bi destê zorê hatine derxistin,mafên wan însanîyê hatine binp’êkirinê, lêpirsîn bê kirin û hate xwstin ji andamên Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî piştgirîya serlêdna Dadgeha Ceza ya Navnet’ewî bikin. Gelek par’lamêntar gotin, ku ” naskirina gênosîda êzdîya asorî-suryanî-khildanîya” ev biryareke dîrokîye.
3-ê t’ebaxê sala 2015-a dema êrişa li ser Şingalê bi h’ezara êzdî hatine qetil kirin,bi h’ezara malên xwe t’erikandin, bi h’ezaran jin û qîzên êzdîya hatibûne dîlgirtin û koleya cinsîda hatine nuxsan kirinê. Me guman heye ,ku we’dekî kinda ji alîye Net’ewen Yekbûyîva gênosîda êzdîya bê naskirinê.

D. M. Recevî

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

2 Comments

  1. Ерика Маме February 12, 2016 at 10:19

    Em kobaren be te Dalala Meme. Xyshqeke aziz y xipet.Am fpnaqen!!!

     

  2. Ерика Маме February 12, 2016 at 10:25

    Xyshkame shirin Dalala Mame am tara frnaqen !!!! Lekpnete am dxynen hespe xyne dbapinon!!!

     

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî