Civîna “Fêdêrasîona Êzidîyên Fransa”-ê…

Civîna “Fêdêrasîona Êzidîyên Fransa”-ê…

Hevpeyvîn, Nûçe No Comments on Civîna “Fêdêrasîona Êzidîyên Fransa”-ê…

fyf-civin (1)17-ê meha sibatê li P’arîsê civîna r’eveberîya “Fêdêrasîona Êzidîyên Fransa”-ê pêk hat. Civîn serokê Fêdêrasîonê T’amazê Dasinî  vekir, hêmû endemên r’eveberîyê silav kir û got: “Nava 4 mehada gelek kar û xebat ji alîyê fêdêrasîyonêva hatîye kirinê: vekirina malp’er’ê “Ezidxan.fr”, alîk’arîyên  merivh’izîyê ji boy p’enaberan, r’asthatin t’evî baylozên gelek dewletan, t’evîbûna konfêransên navdewletî, usa jî şe’detneme hatine şandinê admînîstrasîya serokk’omarên Dewletên Ermenîstan, Gurcistan, R’usîya, Îraqêra, daxwzeneme hatîye şandin bona r’asthatinên  t’evî  parlamêntarên dewleta Fransaê”.

Plan û projêya  sala 2016-a hate e’nenekirinê. Gelek pirsên admînîstratîv hatine safîkirinê. Serokê komîtêya civana Malxasê R’emoşî ,  dewsgirtîyen wî Zoroê Belî û Miharê T’or’in hatine hilbjartinê. Gelek pêşdanîn  ji alîyê endemava hate kirinê. Şêx K’eleşê Memo  û Şêx H’esenê E’zîz  ser fonda fêdêrasîyonê xeberdan, gotin, ku borcê her endemê fêdêrasîyonêye, ku  alîkarî bê berav kirinê ji boy fonda fêdêrasîonê.
Vîdêokonferans hate çekirinê t’evî yektîya “Êzidîyên Ûralê” li bajarê Ekatîrînbûrgê. Serokê yektîyê Denîs Rojkî û endemên yektîya “Êzidîyê Ûralê”   ‘Fêdêrasîona Êzidîyên Fransa”-ê pîroz kirin û kar û xebatên wanrâ serketin xwestin.
R’eveberîya “Fêdêrasîona Êzidîyên Fransa”-da 29 endem  hate hilbijartin : Tamazê Dasinî /serok/, Sûrîkê Ûtî /dewsgirtî/, Gûramê Dasinî, Alîkê Mant’acî, Gokorê T’or’inî, Şêx H’esenê E’zîz, E’zîzê Efo, Feyzoyê R’emoşî, Malxazê R’emoşî, Miharê T’or’in, T’êmûrê Belî, Fêlîksê Çoxr’eşî, K’eleşê R’emoşî, Şêx K’eleşê Memo, Tîtal Mantacî, Şîrin Mantacî, Axmêdê R’eşî, Mayîsê Rojkî, Memedê R’emoşî, Zoroê Belî, Kostyaê H’esinî, E’merê  P’îr, Qeymezê Beravî, Samvêlê  Memîdokî, Malxazê Mûsêsanî, Gûramê Tamaz, Yûrîkê Mantacî, Sûrîkê H’esinî.

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî