RÛPÊLÊN DÎROKÊ…

RÛPÊLÊN DÎROKÊ…

Nûçe No Comments on RÛPÊLÊN DÎROKÊ…

Xwendevanên hêja bi “Rûpêlên dîrokê” em dixwezin her carê bi kurtayî ser dîroka miletê me werâ binvîsin û şirovekin.

Em baş zanin, ku êzidî ber fermanên giran terka axa kal û bava dane û li nîveka qurna 18-a li Ermenîstan û Gurcistanê hêwirîne. Pêşîyên me gelek tiştên balkêş silsiletên peyhatîra hiştine. Destpêka qurna 20-î Ermenîstan ji boy êzidîya bû qurna hişyarbûn û gulvedanê. Rewşanbîrên me wê hênê li sêwîxana mezin bûn, lê ruhê êzidîtîyê unda nekirin, ketin nava berekî bê bin û her nîgar û nexşên miletîyê yeko-yeko top kirin, ji undabûn-tunebûnê xilaz kirin. Mêrxasên me çek û sîlih ji destên xwe bernedan, êzidîtîya xwe parastin heta gîhandine van roja. Bi cefa û îza her tişt hate kirinê,ji boy navê Êzidîtîyê.

Rojnema “RYA TEZE”

Ev rojneme em dikarin bi kubarî bêjin, ku rojnema herî emirdirêje nava dîroka rojnemevanîya êzidîyada. Hejmara ewilin cala 1930-i bîstûpêncê meha adarê /25.03.1930/ derketîye bi tîpên latînî. Despêkêda ked û emekê Erebê Şemo , Emînê Evdal, Cerdoê Gênco, Hacîyê Cindî gelek bû ji bôy çapkirina rojnemê û usa jî Hraçya Koçar, Harûtyûn Mkrtçyan, Gevork Paris /esilê xweda ermenî/ gelek alîkarîya rewşenbîrên me dikiriin.
Rêdaktorê rojnemêyî ewlin Cerdoê Gênco bû sala 1934-1937-a.
Rola rôjnema “Rya Teze” nava êzidîyada gelekî mezin bû, ew bibû mêvanekî hizkirî her malekêda. Ji boy pêşketina çand, ziman, xwendini û edebyatê, nimûnên zargotinâ êzidîayî dewlemend ser rûpêlên rojnemê dihatine çapkirin.
Sala 1938-a çapkirina rojnemê hate sekinandin. Lê piştî mirina Stalînra sala 1955-a dîsa destbi çapkirina rojnema “Rya Teze” bû, lê vê carê bi tîpên kîrîlî, ku alêyê Hecîyê Cindîva hatibû hazirkirin, heta sala 1989-a rojneme organa Kompartîya Ermenîstanê Tewreblind bû û ji alîyê hukumeta Ermenîstanêva dihate fînanskirin, hevtê du cara derdiket. Em dikarin bêjin, wekî nava wan salên gulvedana çand û edebyeta êzidîya, bawer bikin rojneme piştî, xeberdanê radîoê bi zimanê kurmancî, cîyê xweyî herî sereke girt nava peşdaçûyîna zanebûn, xwendin û peşketina êzidîyada. Wan sala rêdaktorê sereke Mîroê Esed /Mstoyan/ bû,dewsgirtîyê rêdaktor Qaçaxê Mirad piştira Emerîkê Serdar bûn. Nava wan 35 salên direj ked û emekê gelek nvîskar, rojnemevan, zimanzan, wekîlên miletê me her derecîda, heta şagirt, kolxozvan, şivan jî rola xwe çapkirina rojnemêda didîtin. Redaksîa rojnemê bibû merkeza rewşenbîren me û ku bi dilgermî tevî xebatên rojnemê dibûn: Maksîmê Xemo, Karlênê çaçan, Eskerê Boyîk, Ezîzê Gerdenzerî, Xelîl Mûradov, Sîma Semend, Nûra Crwarî, Celîla Celîl, Ordîxan û Celîlê Celîl û gelekên din… Ez dixwezim navên wan zana bidim, ku salên başqe-başqe rêdakcîya rojnemêda kar kirine: Mîroê Esed,Qaçaxê Mirad, Emerîkê Serdar, Tîtalê Efo /redaktor/, Şekroê Xudo, Babaê Keleş, Elîyê Evdilrehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Rizganê Cango, Têmûrê Xelîl, Grîşaê Memê, Prîskê Mihôyî,Porsora Sebrî, Egîtê Abasî,Delala Memê, Gozela Abas,Keremê Seyad, Tîtalê Seyad, Mirazê Cemal, Martîk Mesropyan, Gayanê Harûtûnyan.

 

D.M.Recevi

 

Miqala me p'arvekin

0
 

Author

Related Articles

Leave a comment

Tevayî Malperê

Here Serî